Ez çawa dikarim eSIM'a Airalo'yê bi awayê destî li ser amûra xwe ya iOS saz bikim?

Beriya sazkirinê piştrast bibe ku amûra te:

Em çawa beriya sazkirina eSIM'ê amade bibin?

  1. Têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê
  2. Here My eSIMs
  3. eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
  4. View Details hilbijêre
  5. Destûrkarên sazkirinê veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
    • View Installation Instructions, yan
    • How to use your eSIM > How to install the eSIM
  6. Bijardeya destî hilbijêre û adresa SM-DP+ û Koda Çalakkirinê (û heke hebe Koda Piştrastkirinê) kopî bike.

Ez çawa eSIM'ekê bi awayê destî li iOS'ê saz bikim?

  1. Settings veke
  2. Cellular (yan Mobile Data) hilbijêre
  3. Add eSIM (yan Add Cellular/Mobile Data Plan) hilbijêre
  4. Use QR Code hilbijêre, piştre 'Enter Details Manually' hilbijêre
  5. Adresa SM-DP+, Koda Çalakkirinê û Koda Piştrastkirinê binivîsîne (heke hatiye raberkirin)
  6. Next hilbijêre, piştre du caran Continue hilbijêre
  7. Çend deqeyan sebir bike da ku eSIM3a te çalak bibe, piştre Done hilbijêre
  8. label ekê ji bo eSIM'a xwe hilbijêre (wek mînak “Airalo”)
  9. Di rûpelên Hêla Pêşbîr da:
    • Hêla Sereke ya xwe ji bo telefon û kurtepeyamê bibijêre
    • Hêla Sereke ya xwe ji bo iMesage & FaceTime bibijêre
    • eSIM'a Airalo'yê ji bo Cellular/Mobile Data hilbijêre
  10. Piştrast bibe ku Allow Cellular Data Switching EÇALAK e

*Heke eSIM'a te ji bilî datayê, piştevaniya telefonkirin û kurtepeyaman jî dike, dikarî wê ji bo telefon û kurtepeyamê hilbijêrî.

Çawaniya girêdana li dataya mobayl?

  1. Settings > Cellular (yan Settings > Mobile Data) veke
  2. eSIM plan a xwe hilbijêre
  3. Heke çalak nîne, Turn On This Line çalak bike
  4. Data Roaming ÇALAK bike (heke pêwîst be – destûrkarên eSIM'a xwe li sepana Airalo'yê seh bike)
  5. Here bo Cellular/Mobile Data û eSIM'a xwe ya Airalo'yê wek hêla datayê hilbijêre
  6. eSIM'a te divê bi awayê jixweber li toreke telefona destan a piştgirîbûyî were girêdan.

Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne, em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.

Gelo tu şêwazeke din vedibijêrî?

Çawaniya sazkirina rasterast a eSIM'a Airalo'yê li ser amûra iOS

Çawaniya sazkirina eSIM'a Airalo'yê bi rêya Koda QR li ser amûra iOS

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x