Beriya sazkirinê piştrast bibe ku amûra te:
- Piştevaniya eSIM'ê dike (serdana Çi amûr piştevaniya eSIM'ê dikin? yan Ez çawa seh bikim ku gelo amûra min a iOS piştevaniya eSIM'ê dike? bike).
- Gelo operator kilîl-vekirî ye
- Te girêdaneke mayînde heye (WiFi tê vebijartin)
Şêwaza amadekirina beriya sazkirina eSIM'ê
- Têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê
- Here bo My eSIMs
- eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
- Bitepîne ser View details
- Destûrkarên sazkirinê veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
- View Installation Instructions, yan jî
- How to use your eSIM > How to install the eSIM
- Bitepîne ser QR Code û save or share the code (dibe ku ji bo skenkirina wê piştre hewceyî amûreke din an versyona çapkirî bî)
Çawaniya sazkirina eSIM'ê bi rêya Koda QR li iOS
- Settings li ser amûra xwe veke
- Bitepîne ser Cellular (yan jî Mobile Data)
- Bitepîne ser Add eSIM (yan jî Add Cellular/Mobile Data Plan)
- Bitepîne ser Use QR Code
- Koda QR a hilgirtî ji wêneyên xwe sken bike yan hilbijêre
- Du caran bitepîne ser Continue
- Çend deqeyan li bendê be da ku eSIM'a te çalak bibe, piştre bitepîne ser Done
- labelekê ji bo eSIM'a xwe hilbijêre (wek mînak, “Airalo”)
- Di rûpelên Hêla Pêşbîr da:
- Hêla Sereke ya xwe ji bo <0> calls and SMS0> bibijêre
- Hêla Sereke ya xwe ji bo iMessage & FaceTime bibijêre
- eSIM'a xwe ya Airalo'yê ji bo Cellular/Mobile Data hilbijêre
- Piştrast bibe ku bijardeya Allow Cellular Data Switching NEÇALAK e
*Heke eSIM'a te ji bilî datayê piştevaniya telefon û kurtepeyamê jî dike, dikarî wê ji bo kurtepeyam û telefonê jî hilbijêrî
Çawaniya girêdana li dataya telefona mobayl
- Settings > Cellular (yan jî Settings > Mobile Data) veke
- Bitepîne ser eSIM plan a xwe
- Heke çalak nîne, <0>Turn On This Line0> çalak bike
- Data Roaming ÇALAK bike, (heke pêwîst e - destûrkarên eSIM'a xwe li sepana Airalo'yê seh bike)
- Here bo Cellular/Mobile Data û eSIM'a xwe ya Airalo'yê wek hêla datayê hilbijêre
- eSIM'a te divê bi awayê xwebixwe li toreke telefona mobayl a piştgirîbûyî were girêdan
Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne, em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.
Gelo tu şêwazeke din vedibijêrî?
Çawaniya sazkirina rasterast a eSIM'a Airalo'yê li ser amûra iOS
Çawaniya sazkirina destî ya eSIM'a Airalo'yê li ser amûra iOS