Çima ez Çewtiya "Unable to Activate eSIM" li iOS'ê dibînim?

Dema rêkkirina eSIM'a xwe li iPhone'ê dibe ku peyama xwarê (yan tiştekî weke wê) bibînî:

"Çalakkirina eSIM'ê ne pêkan e. Tu dikarî dîsan bicerribînî yan ji bo alîkariyê digel operatora xwe têkilî dayînî."

Eva dikare ji ber çend sedema biqewime - hinek ji wan bi rehetî dikarin werin çareserkirin û hinekên din dibe ku hewceyî sehkirina lezgîn a eyarkirina te bin.

Seh bike ku gelo eSIM ji pêş ve hatiye sazkirin an na.

Ancax heke çewtî xuya bibe, dibe ku eSIM'a te pêştir li amûrê hatibe sazkirin. 

Bi rakirina gavên xwarê dikarî seh bikî ku gelo eSIM'a te hatiye sazkirin an na:

1. Settingsveke
2. Cellular yan Mobile Databibijêre.
3. Cellular Data bibijêre û eSIM'a xwe bibijêre.
4. Here Cellular û eSIM'a xwe bibijêre - dibe ku wek kesane, rêwîtiyane yan duyemîn were binavkirin
. 5. Piştrast bibe ku Turn On This Line çalak e.
6. Heke pêwîst be, piştarst bibe ku Data Roaming çalak e.

Heke te eSIM dît û ev eyarkirin durist bûn, dikarî dest pê bikî! eSIM'a te piştî gihîştina li meqsedê dê were girêdan.

Piştrast bibe ku amûra te girêdayî bi Înternetê ye.

Heke nikarî piştrast bikî ku eSIM hatiye sazkirin û hema wisa peyama çewtiyê dibînî, piştrast bibe ku amûra te girêdayî bi Înternetê ye — ji bo piştrastkirin û çalakkirina eSIM'ê, girêdana Înternetê ya mayînde pêwîst e.

Piştî girêdana amûrê li Înternetê, dîsan hewl bide ku eSIM'ê saz bikî. 

Amûra xwe Restart bike

Jinûve-birêxistineke xwerû pirrê caran dikare pirsgirêkên biçûk ên pergalî ku dikarin çalakkirinê asteng bikin, ji holê rake.

Amûra xwe jinûve bi rê bixe amku restart bike û piştre seh bike ku gelo eSIM di eyarkirinan de xuya dibe yan na.

Amûra xwe nûve bike

Versyonên kevntir ên iOS'ê carinan dikarin bibin sebeba pirsgirêkên sazbûna digel çalakkirina eSIM'ê. Birojhîştina sepanê bo piştrastbûna ji sazkirin û birêvebirina durist a eSIM'an ji aliyê pergalê alîkar e.

Beriya birojkirinê, em pêşniyaz dikin ji bo baldariyê, bi rêya iCloud an Komputerê ji iPhone'a xwe versyoneke piştevan amade bike.

1. Here Settings > General > Software Update.
2. Birojkirinên heyî daxe û saz bike
. 3. Piştî jinûve-birêxistinê, dîsan hewl bide ku eSIM'ê saz bikî û çalak bikî.

Seh bike ku gelo iPhone'a te kilîl bûye yan na.

Heke telefona te ji aliyê operatorê yan torê ve hatiye kilîlkirin, dibe ku çalakkirina eSIM'an ji aliyê dabînkerên din asteng bike.

1. Here Settings > General > About.
2. Here Carrier Lock.
3. Seh bike ji bo “No SIM restrictions.” 

Heke bijardeya “No SIM restrictions,” nabînî, dibe ku pêwîst be ji bo alîkariyê digel dabînkera sereke ya telefona xwe têkilî dayînî.

VPN an profîlên amûrê neçalak bike

VPN an profîlên rêveberioya amûra telefona destan (MDM) dibe ku nakokiya wan digel sazkirina eSIM'ê hebe - tu dikarî ji bo tevavkirina sazkirinê, her VPN'ekê neçalak bikî.

Here Settings > General > VPN & Device Management û her profîla ku nas nakî yan hewceyî wê nînî, jê bibe.

Heke te qonaxên jor şopandine û pirsgirêk hema wisa maye, tîma piştevaniyê ya me di xizmet de ye. Em bi awayê 24/7 berdest e û em hertim kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x