Heke piştî sazkirinê, di girêdana eSIM'a Airalo'yê ya xwe li Înternetê li amûra Galaxy Samsung tûşî pirsgirêkê bûyî, ji kerema xwe piştrast biube ku te destûrkarên girêdanê ji bo eSIM'a xwe tevav kirine.
Ez dikarim destûrkarên girêdana xwe li sepana Airalo'yê ji ku derê bibînim?
Tu dikarî wan li hesabê xwe yê Airalo'yê bibînî:
- Here bo My eSIMs > your eSIM > View eSIM details > How to use your eSIM > How to connect
- YAN JÎ My eSIMs > your eSIM > View details > View Installation Instructions > Beşa 2/2
Qonaxa 1: eSIM'a xwe ji bo datayê çalak bike
- Biçe bo Settings'ê
- Girêdanan hilbijêre
- Rêveberê SIM'ê hilbijêre
- Piştrast bibe ku eSIM çalak e (heke çalak nebû, wê ÇALAK bike)
- Dataya telefona mobayl hilbijêre û eSIM'a xwe hilbijêre
Qonaxa 2: Li tora piştgirîbûyî were girêdan
- Here Settings > Connections > Mobile networks
- Operatorên torê hilbijêre
- eSIM'a xwe hilbijêre
- Hilbijartina xwebixwe NEÇALAK Bike
- Tora nîşandayî di destûrkarên girêdana sepana Airalo'ya xwe hilbijêre
Qonaxa 3: Eyarkirina APN'ê biroj bike (heke pêwîst e)
- Here Settings > Connections > Mobile networks > Acces Point Names eSIM'a xwe hilbijêre
- eSIM'a xwe hilbijêre
- Zêdekirinê hilbijêre
- APN'ê tam wisa ku li sepana Airalo'yê ya te hatiye nîşandan, binivîsîne
- OK'yê hilbijêre
- Airalo'yê wek sernavê labela APN'ê li beşa Nav binivîsîne
- Xaneyên din vala bihêle
- Menûya sêxalî ya li kuncika jor aliyê rastê hilbijêre û bitepîne ser Hilgirtinê anku Save'ê
- Piştrast bibe ku APN'a nû hatiye bijartin
Qonaxa 4: Çalakkirina Roamînga Datayê (heke pêwîst e)
- Here Settings > Connections > Mobile networks
- Li gorî destûrkarên sepana Airalo'yê, Roamînga datayê ÇALAK an jî NEÇALAK bike
Piştî pêkanîna van qonaxan, eSIM'a te ya Airalo'yê divê serkeftî li Înternetê bihê girêdan. Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne – em bi awayê 24/7 berdest in - û em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.