Çima Înterneta min ewqasî hêdî ye û ez çawa dikarim wê çê bikim?

Heke eSIM'a te naxebite yan leza Înterneta te bi awayekî ne-asayî hêdî ye, dibe ku hokarên cûrbicûr bandorê li leza girêdana eSIM'a te bikin.

  • Qelebalixiya torê (gelek kes hevdem torekê bi kar tînin)
  • Pêşînîbendiya Opetator (dibe ku operatorên xwecihî pêşînî û yekemayetê bidine bikarênerên xwe)
  • Hêz û dapoşana sîgnala xwecihî
  • Konfîgûrasyona amûrê yan sepana kevn

Konfîgûrasyona amûrê yan sepana kevn

Ez çawa dikarim leza kêm a Înternetê çareser bikim?

Tu dikarî qonaxên xwarê ji bo çareserkirina leza kêm a Înternetê pêk bînî - seh bike ku gelo lez piştî her qonaxekê baştir dibe yan na.

Devera dapoşanê seh bike

Piştrast bibe ku li welat an navçeyekê yî ku biryar e eSIM'a te li wir bixebite.

Wek mînak, eSIM'eke fransî tenê dema ku li Fransayê yî dixebite.

Girêdana telefona destan a xwe ji nûp ve rêk bixe

Moda balafirê çalak bike, 30 çirkeyan li bendê be û piştre wê neçalak bike.

Ev kar telefona te neçar dike ku dîsan li tora xwecihî were girêdan.

Amûra xwe Restart bike

Amûra xwe bi tevahî bitemirîne, deqeyekê sebir bike û dîsan bi rê bixe.

Ev kar girêdana tora te nûve dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên demkî dibe alîkar.

Bijartina destî ya torê

Heke bijartina automatîk a torê çalak e, wê neçalak bike û bi awayê destî toreke piştgirîbûyî bibijêre.

Heke plana te piştevaniya çend toran dike, her yekê bicerribîne da ku bibînî kîjan funksyoneke baştir raber dike.

Torên heyî li eSIM'a xwe li beşa "Access Data" li destûrkarên sazkirinê dikarî bibînî. Qonaxên têkildarî bijartina torê ji bo bijartina destî ya torê bişopîne.

Veguherîne bo 3G (di rewşa ku were piştgirîkirin de)

Heke eSIM û amûra te ji 3G piştevanî dikin, hewl bide ku bi awayê demkî bo moda tenê 3G veguherînî. Eva ji bo baştirkirina mayîndetiya torê li deverên ku dapoşûana 5G, 4G yan LTE lawaz an neberdewam e, dibe alîkar. Piştî tesbîtkirina girêdanê, dikarî vegerrî bo torên 4G yan bilindtir.

Tora xwe reset bike

Resetkirin eyarkirina torê dikare bi paqijkirina konfîgûrasyonên kevn an dijhev, weke torên VPN, Wi-Fi yan eyarkirina nedurist a APN'ê ku dikare bandorê li girêdana te bike, leza kêm baştir bikin. Ev destpêkeke nû dide amûra te ji bo girêdana dubare li tora telefona destan ku pirranî dibe sebeba leza baştir û funksyona mayîndetir û berdewamtir.

Giring: Ev qonax gişt eyarkirina tora te reset dike, di nav de:

  • Torên Wi-Fi û têperpeyvên hilgirtî
  • Konfîgûrasyona VPN'ê
  • Eyarkirina APN'ê (Navê Xala Destragihîştinê)

Ji kerema xwe haydar be, tenê dio rewşekê de ku kêşeya te digel nivîsandina dubare ya hemî eyarkirinên navbirî tuneye, divê tora xwe reset bikî.

Amûra xwe nûve bike

Piştrast bibe ku telefona te dawîn versyona sepanê ya heyî bi kar tîne.

Hertim beriya birojkirinê piştrast bibe ku te ji dataya xwe versyona piştevan amade kiribe da ku pêşî li her cûre jidestçûna zanyariyên kesane were girtin.

Çi eyarkirina din a amûrê divê seh bikim?

Roamînga datayê

Hinek ji eSIM'an ji te dixwazin ku roamînga datayê çalak bikî - tu dikarî vî karî ji eyarkirina amûra xwe pêk bînî. Heke pêwîst be, qonaxên bin "Access Data" ji bo çalakkirina roamînga datayê ji bo eSIM'a xwe bişopîne.

Ji bo amûrên iOS, tu dikarî roamînga datayê ji bo SIM'ên cihêwaz çalak bikî - piştrast bibe ku ji bo SIM'a te ya sereke neçalak e da ku pêşî li têçûyên roamîngê were girtin.

Ji bo amûrên Android, roamînga datayê bi giştî ji bo hemî SIM'ên ku tên bikaranîn tê sepandin - piştrast bibe ku SIM'a te ya sereke neçalak e da ku pêşî li têçûyên roamîngê were girtin.

APN (Navê Xala Destragihîştinê)

Hinek ji eSIM'an ji te dixwazin ku Navê Xala Destragihîtinê ya taybet an jî APN'ê li eyarkirina amûra xwe binivîsî. Tu dikarî vê babetê di destûrkarên sazkirina yê sepanê de bibînî - di gelek babetan de, APN bi awayê automatîk rêk dibe.

Heke bi awayê automatîk nehat rêkkirin, qonaxên jêr "Access Data" ji bo kopîkirin û dewsgirkirina APN'ê bişopîne.

Heke pirseke te ya din heye, bi me re têkilî dayîne - tîma piştevaniyê ya me bi awayê 24/7 berdest e û em hertim kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x