Airalo | About Airalo image

Derbarê Airalo'yê

Gelo te heta niha fatûreya roamîngê ya zehf piştî serdana xwe ya bo derveyî welêt wergirtiye? Gelo te heta niha xizmetên telefon an Înterneta xwe di rêwîtiyê da ji dest daye - bi giranî li dû Wi-Fi'ya belaş bûyî? Gelo te dema xwe bi nîgeranî li dû firoşyarê SIM Kartan li balefirgehê herrimandiye? Me hemî tişt tecrube kirine, loma me Airalo çê kir.

Derbarê Airalo'yê

Rêkara eSIM'ê

Airalo yekemîn firoşgeha eSIM'an li cîhanê ye ku bi destragihîştina te bi eSIM'an (SIM Kartên Dîjîtal) êşa fatûreyên zehf ên roamîngê çareser dike. Bi eSIM'ên Airalo'yê pakêteke dîjîtal ji zêdetirî 200 welat/deveran daxîne û saz bike û di kêliya daketina li her niqteyeke cîhanê da li Înternetê were girêdan.

Rêkara eSIM'ê

Pêspartiya Me

Pêspartiya Airalo'yê ev e ku pêkvegirêdana cîhanî ji bo hemî rêwîyan dabîn bike. Em li vir in da ku te ji sînordariyên Roamîngê rizgar bikin û tiştê ku bi salan tûşî şikestê bûye, serrast bikin.

Em girîngî û hêjatiyê didine cihêrengî, berxwegirtin û beranberiyê. Tîma me li zêdetirî 44 welatan û şeş parezemînan berbelav bûye û tiştê ku me digihîne hevûdu, soza me ya guhertina şêwaza têkilîdanîna te ye.

Pêspartiya Me

Rastiyên Bilez

Bikarêner

5 miliyon+

(Tebaxa 2023an)

2019

sala damezirandinê

Berxwegirtin bi dawî hat

200 Welat

û navçe

Series A

5.4 miliyon dolar

Rêzeya B

60 miliyon dolar

Bandor

Wek saziyeke cîhanî, Airalo li dû bandorkirin û naştirkirina herî zêde ya jiyana mirovan bûye. Di nav da însiyatîvên weke; Plana me ya Ava Paqij li Kamêrûnê, hevkariya me digel Zarokên Navneteweyî ji bo piştevaniya ji zarokan li Welatên Pêş Duikevin û Sindoqên Yarmetîder ên cûrbicûr ku me ji bo Ukrayn, Miyanmar û Australyayê organîze kirine.

Bandor

Nirx

Airalo saziyek e ku girîngiyê dide cihêrengî, berxwegirtin û beranberiyê. Wek saziyeke navneteweyî ku çend parezemînan digire ber xwe, bi raboriyên cûrbicûr û ezmûnên taybet, armanca me ya pêkvegirêdana cîhanî ji bo hemîyan tiştek e ku em her roj tê da dijîn.

Nirx

Xîmdaner

Abraham Burak - Hev-Xîmdaner, Rêveberê Giştî yê Airalo'yê

Abraham Burak

Hev-Xîmdaner, Rêveberê Giştî yê Airalo'yê

Ahmet Bahadır Özdemir - Hev-Xîmdaner, Rêveberê Giştî yê Airalo'yê

Ahmet Bahadır Özdemir

Hev-Xîmdaner, Rêveberê Giştî yê Airalo'yê

Tîm

Were û tîma Airalo'yê bibîne! Tîma me bi awayekî berdewam li navendên me yên sereke li Sengapûr, Stenbol û Torontoyê pêş dikeve. Me li seranserî cîhanê hin tîm hene ku hema wisa Airalo'yê dikin saziyeke ecêb. 

Tîm

200+

Mezinahiya Tîmê

44+

Welat

6

Welat

Di Têkiliyê da Be

Di Têkiliyê da Be

Li ser çîrokekê dixebitî? Em ê kêfxweş bibin ku haya me ji te hebe!

DIGEL TÎMA ME YA MEDYAYÎ TÊKILÎ DAYÎNE