eSIM'ek çi ye?
Rêk weke SIM'eke asayî ye, tenê dîjîtal.
Airalo eSIM'an ji bo alîkariya te di danîna têkiliyê û rêgirtina li têçûyên zehf ên roamînga cîhanî li derveyî welêt bi kar tîne.
Sûdên eSIM'ê çi ne?
Dapoşana mobaylê ya guherbar, guncanbiha û rehet hebe.
Tu dikarî di heyama çend deqeyan de eSIM'ekê bikirrî û saz bikî – tenha tiştê ku hewceyîya te pê heye, girêdana li Înternetê ye. Bêyî çaverêmayîna di rêzê de, li her derê ku hewceyî te ye dapoşanê wergire, ji bo ku girêdayî bimînî şarj bike û rê li ber têçûyên zehf ên roamîngê bigire.
Airalo çawa eSIM'ê bi kar tîne?
Bi Airalo'yê li zêdetirî 200 cihan girêdayî bimîne.
Airalo bidestxistina networkên telefona destan li seranserî cîhanê dabîn dike – eSIM'a te wek bilêta te ji bo girêdanê ye. Tenê cihê ku hewceyî dapoşanê yî bibijêre û pakêta eSIM'ê ya gunccanî xwe bibijêre.
Ji bo bikaranîna eSIM'ê hewceyî çi tiştan im?
Tu hewceyî amûrekê yî ku piştevaniya eSIM'ê bike.
Gelek ji telefonên destan û tabletan piştevaniya eSIM'ê dikin – heta hinek ji laptop û saetên jîr jî piştevaniya wê dikin. Ji bo bikaranîna eSIM'eke Airalo'yê, divê piştrast bibî ku amûra te kilîka networkê yan operatora xwe tuneye.

Bo Rûpela Airalo'yê di Firoşgeha Sepana Appleê tê birêkirin.
Birêkirin bo rûpela Airalo'yê li Firoşgeha Google Play'ê.