Bandor

Wek rêxistineke cîhanî, Airalo di gelek însiyatîvan ji bo xurtkirina tenduristî, ewlehî, mayîndetî û rihetiya mirovan sermayeguzarî kiriye.

Beranberiyên cîhanî di teşeyên cûrbicûr da xuya dibin. Di navoka saziya xwe da, baweriya me bi têkilîdanîna cîhanî ji bo hemî kesên li cîhanê heye. Her teknolojiya ku te heye û li her derê yî, armanca me ev e ku gişt bi hev ra di têkiliyê da bin. Azadî û serbestî di bikaranîna teknolojiyê bi potensiyela wê ya tam bi aramî ji serpişkî û sûdekê veguheriye pêwîstiyekê, ji ber ku em zêdetir li hevûdu tên girêdan.

Hema wuisa ku em ber bi pêşeroja dîjîtalî va dixebitin, em ê rewacdana sazgar digel Jîngeh û Dahênanê bidomînin. Rêkarên ku hewcetiya bi plastîk û bermahiyên Sîm Kartên asayî kêm dike.

Li vir dahênerîne hene ku em pêşeng in: 

Bandor

Vehesîn

Wek şîrketek ku ji bo pêkvegirêdana cîhanî hatiye terxankirin, em hertim li dû rêkarinan ji bo bikaranîna binesaziyên telekomê û beşdariyên xwe ji bo danîna têkiliyê di rewşa hewce da ne.

Me xizmetên datayê ji bo van babetan raber kirine:

Vehesîn
Ukrayn

Funa Help Ukraine Connect, 2022

Tîma Airalo'yê Funa Help Ukraine Connect bi mebesta piştevaniya ji bi miliyonan ukrayniyên mişextî ji ber şêrr damezirand. Pereyên komkirî rasterast digihêjin ukrayniyên ku di van demên dijwar da hewcetî bi destragihîştina bo datayê hene.

Miyanmar

Nearamiyên Sivîl li Miyanmarê, 2021

Di heyama nearamiyên navxweyî û pevçûnên li Miyanmarê da, destragihîştina bo telekomê gelekî hindik bû û pirraniya welatiyan nedikarîn çavkaniyên hewce ji bo eSIM'an bi dest bixin. Xweşbextane xizmetên eSIM'a Airalo'yê hema wisa dihatin pêşkêşkirin. Em bilez bûn rêkara pêşeng ji bo datayan li navçeyê. Airalo'yê dem, dirav û çavkanî ji bo parastina têkiliya Miyanmarê digel cîhanê terxan kir.

Australiya

Agirpêketinên Australiyayê, 2020

Tîma Airalo'yê ji bo îcadkirina funeke alîkarîgihandinê kete seferberiyê û hemî derhata pêkhatî ji firotina eSIM'ên Australyayê terxanî kesinan kir ku herî zêde tûşî ziyana ji ber bobelata xwezayî ya xembar a agirpêketinên Australyayê bûne, kir.

Perwerdehî

Sindoqa Zarokan a Airalo'yê dahêneriyek bû ku di encama hevkariya bi Children International ra wek rêxistineke cîhanî ya bê-berjwendî ya piştevaniya ji zarokan, pêk hat.

Sindoqa Airalo'yê alîkariya darayî dide zarokan li wlatên di halê pêşketinê da - ji bo dabînkirina xwarek, av, sitargeh û perwerdehîyê alîkariyan dide. Armanca me piştevaniya ji zarokekî nû ji bo her karmendekî ye ku tev li şîrketê dibe û bi pêşketina Airalo'yê ra em hêvîdar in ku pêşerojeke baştir ji bo van zarokan ava bikin.

Perwerdehî

Ava Paqij

Airalo'yê piştevaniya darayî da bajarê gundewarî yê Babou'yê li Kamêrûnê û bîrek li navenda bajêr kola.

Her roj di civatên gundewarî da li seranserî Afrîqayê bi miliyonan kes nikarin ava paqij û saxlem bi dest bixin. Di asta cîhanê da ji her 9 kesan, kesek hîn jî ava paqij bi dest naxe, lê li gellekî deverên Afrîqayê, ev rêje 8 ji 9an e. Av kêşeyeke rojane û astengker e. Bêyî avê, tu nikarî xwaremeniyan çê bikî, nikarî tendurist bimînî, nikarî herî dibistanê û nikarî karkirinê bidomînî. Ji bo zarokên dibistanê barek e ku wan davêje davika belengaziyê. Destragihîştina bo ava saxlem yekem berbenda ji bo jiyana baştir dişkêne û pirsgirêkan vediguherêne potensiyel - Perwerdehî, Derfetên Aborî û Baştirbûna Tenduristiyê.

Ava Paqij

Mayîndetîya Jîngehê

Plastîk zexteke gelekî zehf tîne ser seyroka Erdê û em şanaz in ku me berhemek çê kiriye ku hewcetiya bi SIM Kartên plastîkî û pakêtbendiya wan gelekî kêm dike.

Zêde ji 4 miliyar SIM Kart her sal tên berhemanîn; ku beranberî bi miliyonan ton plastîk e ku tê bikaranîn û avêtin, galonên ardûyê û çavkaniyên sînordar bi awayekî ber bi zêdebûnê di pêvajoya berhemanîna wan da tên bikaranîn.

Ji ber ku deverên din ên cîhanê hewl didin şêwazên berhemanîn û belavkirinê yên mayîndetir bigirin ber xwe, Airalo sozdar e ku hertim rêne nû û dahênane ji bo kêmkirina şopa Kerbona xwe peyda bike.

Mayîndetîya Jîngehê

Hez dikî li ser Airalo'yê pirtir hîn bibî?