Hinek ji dabînkerên eSIM'ê vê pêwîstiyê disepînin ku eSIM di heyamên demê yên diyarkirî piştî kirrînê de werine bikaranîn - eva tê wateya girêdana çalak li networkê, ne tenê sazkirî li ser amûrê.
Heke eSIM di heyama demê de neyê bikaranîn, tê vezivirandin û zibilandin - ev tê vê wateyê ku êdî ji aliyê kesekî ku ew kirriye va, nikare were bikaranîn.
Çima eSIM tên vezivirandin?
Vezivirandina eSIM'ê alîkariya dabînkeran dike da ku eSIM'ên heyî rêveberî bikin û bikaranîna kêrhatîtir a networkê berbelav dike.
Airalo'yê ti kontrolek li ser vezivirandin an venezirandina eSIM'ê tuneye.
Ez çawa tê bigihêjim ku eSIM tê vezivirandin?
Beriya kirrîna eSIM'ê tu dikarî seh bikî ku gelo rêmeşnameya vezivirandinê di hûrgiliyên pakêtê de heye yan na - eva pêkhatî ji heyamekê ye ku dikarî eSIM'ê bi kar bînî.
Heke te eSIM bi rêmeşnameya vezivirandinê kirrîbe, biçe nav hûrgiliyên eSIM'ê li nav sepanê da ku bibînî bê ka heta çi heyamekê dikarî wê bi kar bînî.
Çiqasî dem dibe heta ku eSIM were vezivirandin anku 'recycling' bibe?
Heyama demê dikare anegorî dabînkerê cihêwaz be - pirranî 90 roj ji dema kirrînê ye, lê teqez dema vezivirandina taybetî eSIM'a xwe seh bike.
Gelo ez dikarim eSIM'ên ku vezivirînbar in, şarj bikim?
Erê, tu dikarî eSIM'ên ku vezivirînbar in, şarj bikî.
Piştî tevavbûna heyama derbasdariya pakêta te, heyama vezivirandinê ji nû ve tê rêkkirin.
Wek mînak, heke te 90 roj ji bo destpêkirina bikaranîna eSIM'ê derfet hebû, bi giştî 90 rojan derfeta te heye da ku pakêta şarjê bi kar bînî.
Heke ez eSIM'ê bi kar neyînim an şarj nekim, dê çi biqewime?
Heke heta rojdema diyarkirî eSIM'a xwe bi kar neyînî yan şarj nekî, ewê were vezivirandin û tu dibe ku bikaranîna eSIM'ê ji dest bidî.
Heke eSIM'a te were vezivirandin, ji bo wergirtina dapoşanê li her cihekî divê ku eSIM'eke nû bikirrî.
Heke li ser vezivirandina eSIM'ê yan her mijareke din pirseke te heye, digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne. Em 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin.