Ez çawa eyarkirina APN'a xwe biguherînim?

APN kurtkiriya Navê Xala Destragihîştinê ye. Ev ji amûra te re dibêje ku çawa li Înternetê were girêdan. Hinek eSIM'ên Airalo'yê ji bo destragihîştina bo datayê, te neçar dikin ku eyarkirina APN'ê bi awayê destî biroj bikî.

Tu dikarî hûrgiliyên APN'a eSIM'a xwe li sepana Airalo'yê bibînî:

  1. Têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê
  2. Here My eSIMs
  3. eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
  4. Bitepîne ser View details
  5. installation instructions veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
    • View Installation Instructions > Beşa 2/2, yan
    • How to use your eSIM > How to install the eSIM 

Heke APN di pêristê de tuneye, ev yanî eSIM'a te automatîk kanfîgore bûye û hewceyî ti gaveke din nîne.

Di iOS'ê da:

  1. Settings veke
  2. Cellular (yan Mobile Data) hilbijêre
  3. eSIM'a xwe li jêr Cellular Plans (yan Mobile Data Plans) hilbijêre
  4. Cellular Data Network (yan Mobile Data Network) hilbijêre
  5. APN'ê tam li gorî hûrgiliyên sazkirina eSIM'a xwe binivîsîne (hemî tîpên hûrdek, bênavbir)
    • Mînak: globaldata
  6. Xaneyên din vala bihêle

Di Android'ê da:

  1. Settings veke
  2. Network & Internet hilbijêre (ev dibe ku li hin amûran bi awayê Connections jî xuya bibe)
  3. Mobile Networks hilbijêre
  4. Acces Point Names hilbijêre
  5. APN'ê tam li gorî hûrgiliyên sazkirina eSIM'a xwe binivîsîne (hemî tîpên hûrdek, bênavbir)
    • Mînak: globaldata
  6. Xaneyên din vala bihêle

Piştî birojkirina APN'ê, amûra te divê bi bikaranîna eSIM'a Airalo'yê li dataya mobayl were girêdan. Heke derdem nehat girêdan, amûra xwe restart bike da ku eyarkirina nû bihê sepandin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x