Piştî ku hûn wê bikirin her dem hûn dikarin eSIM-a xwe saz bikin. Ew ê were çalak kirin û gava ku cîhaza we bi torgilokek destûr ve girêdayî ye derbasdar dê dest pê bike. Ji kerema xwe not bikin ku hin Airalo eSIM piştî sazkirinê çalak dibin. Ger wusa be, ew ê di Agahdariya Zêde ya ku li binê rastê ya rûpela pakêta daneya hilbijartî ye de were destnîşan kirin.
Heke tu hîn li navçeya dapoşanê nînî, divê ji bo bikaranîna eSIM'a xwe li bendê bimînî. Di babetên zêdetir de, dikarî derdem piştî kirrînê, eSIM'a xwe saz bikî.
Dema ku amadeyî bikaranîna eSIM'a xwe bûyî, piştrast bibe ku çalak e û ji bo datayê hatiye bijartin - bi vî awayî tu dikarî li torekê li devera dapoşanê werî girêdan.
eSIM'a min li ku dixebite?
eSIM'a te tenê li navçeya dapoşana xwe dixebite - wek mînak, eSIM'ek ji bo Fransayê, tenê li Fransayê dixebite.
Heke eSIM'ê beriya ku li navçeya dapoşana wê da bî saz bikî, nikarî wê bi kar bînî - heta heke te qonaxên girêdana li torê şopandibin.
Ez kengî dikarim eSIM'a xwe saz bikim?
Di dema herî zû de, her dema ku girêdana te ya înternetê ya berdewam hebe. Beriya sazkirinê, piştrast bibe ku te rêmeşnameya derbasdariya pakêta xwe xwendiye - hinek ji planan derdem piştî sazkirina eSIM'a te (heta heke derveyî devera dapoşanê bî) dest pê dibin.
Rêmeşnameya derbasdariya eSIM'ê çi ye?
Rêmeşnameya derbasdariyê dema destpêbûna heyama derbasdariya pakêta eSIM'ê diyar dike — tu dikarî vê yekê di hûrgiliyên pakêtê pêş an piştî kirrîna eSIM'ê bibînî.
Pirrê caran, heyama derbasdariyê ji demekê ve dest pê dike ku eSIM li toreke piştevanîkirî li devera dapoşana xwe bihê girêdan. Wateya vê yekê ev e ku heke eSIM'ê li derveyî devera dapoşana xwe saz bikî, heyama derbasdariyê ji dema gihîştina te ve dest pê dibe.
Di hin babetan de, heyama derbasdariyê derdem piştî sazkirina eSIM'ê li ser amûrê dest pê dibe. Ev tê vê wateyê ku heke eSIM'ê li derveyî devera dapoşana wê saz bikî, heyama derbasdariyê beriya ku bikarî eSIM'ê bi kar bînî, dest pê dike.
Heyama derbasdariyê çi ye?
Heyama derbasdariyê, heyamek e ku ji pakêta eSIM'a te re hatiye terxankirin. Heke te eSIM'ek bi 1GB bo heyama 7 rojan kirrîbe, heyama derbasdariyê 7 roj e.
Haydar be ku qasa datayê ji bo tevahiya heyama derbasdariyê hatiye terxankirin - ne ji bo her rojê.
Heke pirseke te ya din heye, bi me re têkilî dayîne - tîma piştevaniyê ya me bi awayê 24/7 berdest e û em hertim kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.