Hinek welat ji bo bikarabnîna SIM'a xwecihî yan eSIM'ê ji te dixwazin ku ku pênaseya xwe piştrast bikî. Di van babetan de, ji bo kirrîna eSIM'ê divê pêvajouya piştarstkirina elektronî ya "Bikarênerê Xwe Nas Bike" (eKYC) tevav bikî.
eKYC çi ye?
eKYC pêvajoyeke hêjazanîna pênaseyê ye ku tê de pênaseya te bi awayê elektronî dihê piştrastkirin. Vê yekê hewcetî bi barkirina belgenameyekê weke pasport, her wiha dibe ku pêkhatî ji raberkirina navnîşanekê be.
Kengî divê pênaseya xwe piştrast bikim?
Ji bo eSIM'ên ku hewcetî bi piştrastkirina pênaseyê hene, di rewşa piştarstkirina pênaseyê de, nikarî eSIM'ê bikirrî. Li dewsa KIRRÎNÊ, tu yê VPIŞTRASTKIRINA PÊNASEYA XWEbibînî.
Kî piştrastkirina eKYC'ê pêk tîne?
Airalo ji bo piştrastkirina pênaseyê digel dabînkerên aliyê sêyem hevkarî dike. Piştrastkirina pênaseyê dibe ku anegorî cihê eSIM'ê ji aliyê dabînkerên cihêwaz ve pêk were.
Ez çawa pênaseya xwe ji bo kirrîna eSIM'ê piştrast bikim?
Ji bo piştrastkirina pênaseya xwe, biçe ser eSIM'a ku dixwazî bikirrî û karên xwarê bi cih bîne:
- Li ser NIHA BIKIRREklîk bike.
- Klîk bike yan bitepîne ser PIŞTRASTKIRINA PÊNASEYA XWE
- Têbîniyên eKYC'ê bixwîne û belge û zanyariyên xwe amade bike.
- Klîk bike yan bitepîne ser DESTPÊKIRINA piştrastkirina eKYC'ê
- Heke pêwîst e navnîşana xwe lê zêde bike, piştra bitepîne yan klîk bike serDOMANDIN
Tu yê ji bo tevavkirina piştrastkirina pênaseya xwe bo dabînkereke aliyê sêyem werî rêkirin. Piştî tevavbûnê, divê li bendê bimînî da ku belgeyên te bihêne piştrastkirin.
Ez çawa dikarim tê bigihêjim ku belgeyên min hatine piştarstkirin?
Em ê danezanekê ji bo haydariyê derbarê piştrastkirina belgenameyên te bişînin. Heke belgenameyên te werine pejirandin, dikarî kirrîna xwe bidomînî. Eger belgeyên te nehatine pejirandin, divê pêvajoyê ji nû ve bicerribînî.
Heke pirseke te heye yan hewceyî zanyariyên zêdetir î, ji kerema xwe di têkiliyê de be. Tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 hazir e û hertim kêfxweş dibe ku alîkariya te bike.