Çima min E-Mail'ek derbarê têketina nû bo hesabê xwe wergirt?

Ji bo parastina ewlehiya hesabê Airalo'ya te, dema ku em têketineke nû nas dikin, dê te jê haydar bikin.

Heke te Email'eke nû derbarê têketinê wergirtiye, dibe ku tu ji cihekî nû yan ji amûreke nû têketibayî hesabê xwe.

Em ê E-Mail'eke pêkhatî ji rojdem, dem, cih û amûra bikarhatî ji bo têketinê bişînin - her wiha dibe ku pêkhatî ji kodeke piştrastkirinê be ku ji bo têketinê pêwîst e.

Heke ez vê Email'ê wergirim, divê çi bikim?

Heke te têketin tê derxist, hewce nake ti karekî bikî - heke pêwîst be, tenê koda piştrastkirinê ji bo tevavkirina têketinê binivîsîne.

Heke te têketin tê dernexist, em pêşniyaz dikin bilez têperpeyva xwe ji bo ewlehkirina hesabê xwe nûve bikî. Ev kar te ji hemî amûran derdixe û rêgirî li her cûre gihîştina rêpênedayî dike.

Heke ez nekarim E-Mail'a pêkhatî ji koda piştrastkirina xwe peyda bikim, dê çi bibe?

Koda piştrastkirinê bo E-Mail'a ku ji bo hesabê Airalo'ya te hatiye bikaranîn, tê şandin.

Heke te E-Mail peyda nekir, ji kerema xwe peldana spam, junk an reklamê ya xwe seh bike. Carinan dibe ku derengiyeke kurt hebe, loma pêwîst e ku çend deqeyan li bendê bimînî. Her wiha tu dikarî kodê ji rûpela têketina dubare bişînî.

Heke te hîn kod wernegirtiye, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne.

Ez çawa dikarim hesabê xwe yê Airalo'yê ewleh bikim?

Tu dikarî qonaxên xwarê ji bo alîkariya bo ewlehkirina hesabê xwe bi cih bînî:

  • Têperpeyveke bihêz û taybet bi kar bîne û berdewam wê bi roj bike.
  • Xwe ji têperpeyvên ku bi hêsanî tên girîmanekirin an jî pêkhatî ji hin beşên nav an zanyariyên te yên kesane ne, dûr bigire.
  • Piştrast bibe ku hesabê E-Mail'ê yê te yê girêdayî bi têperpeyveke bihêz û taybetmendiyên ewlehiyê yên zêdebarî weke piştrastkirina pênaseyê yên du-faktorî ewleh e.
  • Amûrên bawerpêkirî ku gihêjbariya wan bo hesabê Airalo'ya te heye, seh bike û her amûra ku nas nakî, jê bibe.
  • Her cûre hûrgiliyên têketina bo Airalo'ya xwe bi ti kesî re parve neke.

Heke ez çalakiyeke din a biguman li hesabê xwe bibînim, divê çi bikim?

Heke te çalakiyeke din a biguman weke kirrînên nenas li hesabê xwe dît, em pêşniyaz dikin bilez têperpeyva xwe reset bikî.

Ji bo kirrînên nenas bi hesabê xwe, digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne — dibe ku pêwîst be hûrgilî û zanyariyên zêdetir raber bikî da ku em bikarin bi baştirîn awayî alîkariya te bikin.

Heke pirs an nîgeraniyeke te ya din heye, hertim dikarî bi me re têkilî dayînî. Em 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x