Amûrên bawerpêkirî piştî têketina bo hesabê te bi koda piştrastkirinê lê tên zêdekirin - ew alîkariyê didin ji bo parastina ewlehiya hesabê te û di heman demê de têketinê ji amûr û gerok anku browserên ku berdewam wan bi kar tînî, hêsan dikin.
Ez çawa amûreke bawerpêkirî lê zêde bikim?
Dema ku em têketina ji amûr an gerokeke nû tê derdixin, tu yê E-Mail'eke pêkhatî ji koda piştrastkirinê wergirî – ji bo tevavkirina têketinê divê kodê binivîsînî.
Piştî piştrastkirinê, amûr an gerok li pêrista amûrên bawerpêkirî ya te tê zêdekirin.
Çawa ez dikarim amûrên bawerpêkirî seh bikim û rêveberî bikim?
Tu dikarî amûrên bawerpêkirî yên xwe ji eyarkirina hesab seh bikî û wan rêveberî bikî – biçe bo Prîfîla > Amûrên Bawerpêkirî.
Heke amûrekê dibînî ku wê nas nakî yan êdî wê bi kar nayînî, dikarî wê jê bibî. Heke dîsan hewl bidî ji wê amûr an gerokê derkevî, divê kodeke piştrastkirinê ya nû binivîsînî.
Ez çawa dikarim şarja xwe çalak bikim?
Heke te çalakiyeke ne-asayî li hesabê xwe dît, weke kirrînên nenas an guherîn di eyarkirina xwe de, em pêşniyaz dikin ku bilez têperpeyva xwe nûve bikî.
Heke hewceyî têkiliya digel piştevaniyê yî, em dikarin zanyariyên zêdetir ji bo alîkariya bo ewlehkirina hesabê te û sehkirina zêdetir daxwaz bikin.
Heke pirseke te ya din heye yan hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne - em bi awayî 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.