Dibe ku eSIM'a te ji ber hokarên cûrbicûr nexebite - derbaskirina çend qonaxên çareseriya kêşeyê dikare alîkariya te di naskirina pirsgirêkê û girêdana bilez bike.
eSIM'a min li ku dixebite?
Vêya bizane, eSIM'a te tenê dikare li devera dapoşana xwe bixebite - wek mînak eSIM'eke ji bo Fransayê tenê li Fransayê dixebite. Heke eSIM'ê li derveyî devera dapoşanê saz bikî, divê li bendê bimînî da ku li torê were girêdan. Em çawa seh bikin ku çima eSIM'a te naxebite
Çawa seh bikî ku çima eSIM'a te naxebite
Heke tu li devera dapoşana eSIM'ê yî, di rewşa qewimîna pirsgirêkê di bikaranîna eSIM'a xwe de, qonaxên xwarê bi cih bîne.
Piştrast bibe ku eSIM'a te bi esehî hatiye sazkirin.
Heke te destûrkarên sazkirina eSIM'a xwe şopandibin, divê wê li beşa eSIM'an di eyarkirina amûra xwe de bibînî - herwiha tu yê bibînî ku heke pêkan be, bi serfkeftî di sepanê de hatiye sazkirin.
Ji bîr neke ku label an navekî taybet bidî eSIM'a xwe - ev kar naskirina çend SIM'an li ser amûra te hêsan dike.
Heke tu eSIM'ê li eyarkirina amûra xwe nabînî, nivîsara xwarê seh bike: Çima ez nikarim eSIM'a xwe bibînim, halbûkî sepana Airalo'yê dibêje hatiye sazkirin?
Piştrast bibe ku te qonaxên girêdanê şopandine
Heke eSIM li ser amûra te hatibe sazkirin, ji bo girêdana li torê divê çend eyarkirinan rêk bixî. Girêdayî bi eSIM û amûra te, qonax dê piçekî cihêwaz bin, lê hertim divê babetên xwarê pêk bînî:
- Piştrast bibe ku eSIM çalak e
- Piştrast bibe ku eSIM ji bo datayê hatiye bijartin
Ji bo eSIM'ên xwedî têkiliya telefonî û kurtepeyamê, divê piştrast bibî ku ji bo têkiliya telefonî û peyamê jî hatiye bijartin.
Ji bo dîtina qonaxên hewce ji bo eSIM'a xwe, here My eSIMs > Details > View Instructions û qonaxa têkildarî “Access Data" peyda bike. Qonaxan bi baldarî bixwîne û bişopîne.
Piştarst bibe ku moda Balafirê neçalak e.
Dibe ku sade xuya bike, lê yek ji hegerên nasyar ên girêdana amûran ji tora telefona destan e.
Dema ku Moda Balafirê çalak e, hemî têkiliyên bêtêl - di nav de dataya telefona destan û girêdana eSIM'ê - neçalak dibin. Ancax heke eSIM'a te hatibe sazkirin û eyarkirina te eseh bin, heta wê demê ku moda Balafirê neçalak nebe, nikarî li ti torekê werî girêdan.
Piştî neçalakkirina wê, çend çirkeyan li bendê bimîne. Amûra te divê dest bi lêgerrîna li torên heyî bike û eSIM'a te divê bi zûtî dest bi girêdanê bike.
Rêkkirina APN'ê seh bike.
Hinek ji eSIM'an ji te dixwazin ku Navê Xala Destragihîtinê ya taybet an jî APN'ê li eyarkirina amûra xwe binivîsî. Tu dikarî vê babetê di destûrkarên sazkirina yê sepanê de bibînî - di gelek babetan de, APN bi awayê automatîk rêk dibe.
Heke bi awayê xwebixwe nehatiye rêkkirin, qonaxên bin “Access Data” ji bo kopîkirin û dewsgirkirina APN'ê bişopîne.
Roamînga datayê çalak bike.
Hinek ji eSIM'an ji te dixwazin ku roamînga datayê çalak bikî - tu dikarî vî karî ji eyarkirina amûra xwe pêk bînî. Heke hewce bû, qonaxên bin “Access Data” ji bo çalakkirina roamînga datayê ji bo eSIM'a xwe bişopîne.
Ji bo amûrên iOS, dikarî roamînga datayê ji bo SIM'ên cihêwaz çalak bikî - piştrast bibe ku ji bo SIM'a te ya sereke anku primary neçalak e da ku pêşî li têçûyên roamîngê were girtin.
Ji bo amûrên Android, roamînga datayê bi giştî ji bo hemîê SIM'ên ku tên bikaranîn, tê sepandin - piştrast bibe ku SIM'a te ya sereke neçalak e da ku pêşî li têçûyên roamîngê were girtin.
Torê bi awayê destî bibijêre
eSIM'a te dê bikare herî kêm li torekê li devera dapoşana xwe were girêdan - di hin babetan de dikare li çend toran were girêdan.
Di pirrê caran de, bi awayê automatîk li tora herî bihêz a heyî tê girêdan - di hin babetan de, dibe ku toreke şaş bibijêre.
Torên heyî yên eSIM'a xwe dê li beşa “Access Data” li destûrkarên sazkirinê bibînî. Qonaxên têkildarî bijartina torê ji bo bijartina destî ya torê bişopîne.
Bi awayê demkî SIM'ên din neçalak bike
Heke amûra te rêyê dide ku çend SIM hevdem çalak bibin, SIM'ên din ku mumkin e di şiyana girêdana eSIM'ên te da aloziyê çê bikin, bi awayê demkî neçalak bike.
Tu dikarî vî karî ji beşa eSIM'an li eyarkirina amûra xwe bi rê ve bibî.
Moda tora xwe rêk bixe
Di hin babetan de, girêdana eSIM'a te li toreke bi moda cihêwaz hêsantir e. Heke dixwazî ku 5G'ê bi kar bînî, girêdana bi 4G/LTE bicerribîne.
Ji bo iOS'ê, ji bo rêkkirina moda torê divê biçî eSIM'a xwe li eyarkirina amûra xwe.
Ji bo Android'ê, ji bo rêkkirina moda torê divê biçî eyarkirina tora telefona mobayl a xwe.
Piştî eSIM'a te xebitî, dikarî wê bo moda tora dilxwazî ya xwe eyar bikî.
Amûra xwe Restart bike
Heke te hemî qonaxên din cerribandine, dikarî amûra xwe jinûve bi rê bixî - di hin babetan de, ev kar girêdana amûra te nûve dike û rêyê dide eSIM'a te were girêdan.
Dapoşana sîgnala xwe seh bike
Heke ti yek ji qonaxên çareseriya kêşeyê alîkar nebû, dibe ku dapoşana sîgnala devera te têra xwe bihêz nebe da ku li torê bihêyî girêdan.
Heke pirseke te ya din heye, bi me re têkilî dayîne - tîma piştevaniyê ya me bi awayê 24/7 berdest e û em hertim kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.