Çima min hîn eSIM an jî şarja xwe wernegirtiye?

Pirrî caran, eSIM û şarj bilez di hesabê te de gihêjbar in. Carinan, dibe ku demeke zêdetir ji bo radestkirina wan pêwîst be.

Heke were derengkirin, tu yê peyamekê di sepanê de bibînî ku şirove dike eSIM'a te di rêyê de ye - tu dikarî sepanê ji bo sehkirina rewşa radestkirinê, nûve bikî.

Heta çi heyamekê ez dikarim li bendê bimînim ku eSIM an şark radestî min bihê kirin?

Heta di rewşa derengiyê de jî, eSIM'a te bi giştî di heyama çend deqeyan de tê radestkirin. Di babetên kêmdîtî de, dibe ku heta saetekê dem hewce be.

Gelo di rewşa derengmayîna radestkirina eSIM'ê de, divê karekî bikim?

Na, hewce nîne karekî bikî - eSIM'a te dema ku gihêjbar be, di beşa My eSIMs de xuya dibe. Em ê her wiha E-Mail'ekê ji bo haydariya ji dema radestkirinê bo te bişînin.

Heke eSIM'a di heyama 70 deqeyan piştî kirrînê de neyê radestkirin, em ê bi awayê automatîk pereyê siparîşa te li te vegerrînin – tu yê E-Mail'ekê wergirî ku piştrast dike pereyê siparîşa te li te hatiye vegerandin.

Heke eSIM'a min nehat radestkirin, divê çi karekî bikim?

Heke siparîşa te nehat radestkirin, em pêşniyaz dikin ku di heyama çend saetan de eSIM'eke din ji bo heman cihî bikirre.

Heke pirseke te ya din heye yan hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne - em bi awayî 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x