eSIM Çawa Dixebitin: Her Tiştê ku Divê Bizanî

Pêvegirêdayî-mayîn li derveyî welêt pirsgirêkeke demdirêj ji bo rêwîyan bûye. Ji pirsgirêkên kirrîna Sîm Karta Xwecihî bigire heta operatorên navxweyî ku ji şarjkirina dest û pêyekî ji bo xizmetên navneteweyî kêfxweş in, ti rêkareke baş di asoyê da xuya nedikir.

Ji bilî ku yek heye. Di rstiyê da eSIM ev çend sal in ku hene, lê niha bala ku şayanî wê ne dikişînin ser xwe.

Gelo te heta niha ji xwe pirsiye bê ka eSIM çawa dixebite? Nûçeya Baş!

Li vir hemî tiştên ku divê derbarê vê teknolojiya sosret bizanî ku rêwîtiyê sade dike û di dema hereketê da te pêvegirêdayî dihêle, hene.

 

eSIM'ek çi ye û çima girîng e?

Hemî telefonan ji bo destragihîştina bo dataya telefona mobayl û servîsa telefona mobayl hewcetî bi Sîm Kartê hene. Di pirraniya babetan da, bikarêner divê bi awayê fîzîkî vê parçeya hişkalavê ya nazik dayînin cihê taybetî wê li mobayla xwe. (Eger tu telefoneke kevn bi kar tînî, dibe ku hema wisa neçar bî ku beşa wê ya piştê vekî û wê dayînî na soketê.)

Tu dirîlê nas dikî. Dema ku hertim Sîm Kartê ji telefonekê vediguhezînî telefona din an ji Sîm Kartekê bo ya din diguherînî, ev dikare gelekî westîner.

Li hember, eSIM Sîm Karteke pêvekirî ye - Çîpeke biçûk ku rasterast li ser borda telefonê tê zeliqandin. Di Gellek telefonên nûtir da ev hevrê digel sînika Sîm kartê ya kevn heye.

Çend sûd û serpişkiyên eSIM'ê anegorî Sîm Kartên kevn hene. Wek mînak:

  • Tu dikarî çend planên dataya eSIM'ê depo bikî: Tu weke Sîm Karteke fîzîkî tenê li planekê sînordar nabî.
  • Ew rê didin telefonên bihêztir: eSIM'ek atmosfereke kêmtir anegorî Sîm kartek bi sînika kêşokî dadigire. Yek ji hegerên ku ew tên hezkirin, derfetek e ku didin berhemêneran da ku mezinahiya pişkên din weke bateriyê zêdetir bikin.
  • Êdî bi pişkên Hişkalav serederî nakî: Xweşbextane telefonên nû êdî hewcetiyek bi vekirina pişkên piştê tinene. Heta baştir ji wê, bi eSIM'ekê ji kêşeya asêmana gîreya kaxez ku li kunê sînikê ji bo vekirna wan cih digire, difilite.
     

eSIM'ek çawa dixebite?

Eger eSIM'ek di esas da Sîm Karteke fîzîkî ye ku hatiye dîjîtalkirin, gelo eSIM jî heman karî dike?

Em gelekî rastî vê pirsê tên. Û bersiva kurt ev e: Erê.

Hemî telefonên sazgar digel eSIM'ê di Eyarkirinan da bijardeyek ji bo zêdekirina plana telefona destan tinene. (Li vir destûrkarên taybet ji bo iPhone'an hatiye.) Dema ku tu planeke datayê ji bazara Airalo'yê dikirrî, dikarî eSIM'ê rasterast ji bernameyê, bi rêya Kodeke QR'ê an jî bi nivîsandina destî ya zanyariyên eSIM'a xwe saz bikî. Ev tenê çend kêliyan dem dibe û bernameyek bi qaseke diyarkirî ya dataya telefona destan ji bo demeke diyarkirî (girêdayî bi pakêta te) raberî te dike.

Divê tu bizanî ku:

  • Plana datayê tam cida ji kompaniya te ya telekomê ye: Ti lêçûneke navneteweyî ya zêdebarî ji bo datayê tineye û tu dikarî heta bikaranîna hejmara telefona xwe bidomînî.
  • Ev eSIM li torên xwecihî tê girêdan: eSIM'ên Airalo'yê li 200+ welatan, dixebtin û dataya bilez zêdetir ji hertim raber dikin.
  • Airalo bêyî girêbestê ye, tu dikarî her demekê plana dataya eSIM'a xwe dirêj bikî: kêmtir ji pênc deqqîeyan dem dibe da ku planek were kemilandin an jî planekê veguherînî planeke din.

Gelo Dual SIM Hema eSIM e?

Pêwîst nake.

Dual SIM anku SIM Karta Didukî tê vê wateyê ku telefonek dikare çend SIM Kartan piştevanî bike. Tevî vêya, ev nayê vê wateyê ku Sîm Karta Diduyan eSIM'ek e. Gelek telefon dual SIM'an piştevanî dikin lê eSIM'ê na. Wan du slotên SIM Karta fîzîkî hene - tu dikarî wan bi rihetî li sînikê ferq bikî.

Telefonên din ên Du-SIM Kartî SIM Kartekê û eSIM'ekê an heta du SIM Kartan hevdem piştgirî dikin.

Çi Telefon Dikarin eSIM'ê Bi Kar Bînin?

Ev lîste berdewam tê birojkirin, lê hertim tu dikarî serdana Lîsteya amûrên eSIM-Pejirîn ên me bikî.

(Li vir nêrîna me li ser 12 telefonên herî baş ku dikarin eSIM'ê wergirin, hatiye.)

Li Ku Dikarî (û nikarî) eSIM'ê Bi Kar Bînî?

Vê demê, tu dikarî bernameyên eSIM'ê ji bo zêdetirî +200 welat û deveran ji firoşgeha Airalo'yê wergirî. eSIM bi giştî ji aliyê operatorên tora mezin li pirraniya welatên Ewropî û navendên bazirganî weke Kanada, Hong-Kong, Hindistan, Qeter, Sengapûr, Taywan û Amerîkayê va tên piştgirîkirin.

Ev îhtimal heye ku diçî her derê, plana dataya eSIM'ê li ber dest be.

Tu her wiha dikarî eSIM'a operatora xwe ya niha bi kar bînî. Pirrî caran, weke siparîşa guhertina SIM Karta te ya fîzîkî ye. Tu divê digel şîrketa telekoma xwe têkilî dayînî an jî hin babetan serdana firoşgeheke fîzîkî bikî, vêca ev kar bêguman hinekî dem dibe.

Maceraheziyê Ti Sînorek Tineye – Dataya Telefona Destan digel Airalo'yê jî her wiha Sînorek tineye

Te ev heye: eSIM'ek tam çawa dixebite. Tenê di bîra te da be ku ew di esl da SIM Kartên fîzîkî ne ku hatine dîjîtalkirin. Wek çîp anku tiraşeyekê li xeleka telefona te hatiye pêvekirn, tu yê ti wextî wê ji dest nedî. Her wiha, tu dikarî zêdetir ji babetekê hilgirî. Ev tê vê wateyê ku tu dikarî ji destragihîştina bo planên dataya xwecihî (hema bêje) li her cihê ku diçiyê, hez bikî.

Ev rêkareke birin-birin ji bo hemîyan e û bilez vediguhere xaleke bingehîn ji bo rêwîtiyên hertimî. Bernameyên eSIM'a Airalo'yê li vir keşf bike.


Tu amade yî eSIM'an biceribînî û şêwaza girêdana xwe biguherînî?

Ji bo kirrîn, birêvabirin û şarjkirina eSIM'a xwe li her derê û her demê, sepana Airalo'yê daxîne!

Airalo | Download mobile app
Airalo | Use your Free Credit

Krediya Xwe ya Belaş Bi Kar Bîne.

Tu dikarî bi parvekirina Koda xwe ya Lêvegerê digel hevalan, krediya US$3 bi dest bixî.