Bikaranîna eSIM'a Airalo'yê: Pirsên Pirrpar û Çavkanî

eSIM kurteya "embedded SIM" e. SIM'eke bicihkirî wek SIM'eke mecazî anku virtual berçav bigire. Ji ber ku SIM Karteke pêvekirî rasterast li amûrê hatiye pêvekirin, êdî hewcetiya te bi guhertina kartê ji bo guhertina bernameyên data'ya xwe tineye. Li dewsa wê tu dikarî planên data'yê ji sepana Airalo'yê daxînî, wan saz bikî û derdem wan bi kar bînî.

Di rastiyê da, eSIM xwedanê heman funksyona SIM-karteke asayî ye û vê derfetê dide da ku van karan bi cih bînî:

  • Bikaranîna networka telefona xwe ya destan ji bo dataya xwecihî
  • Bikaranîna servîsa telefona xwe ya destan ji bo têkilîdanîn û peyaman
  • Nîşandan, skenkirin, hilgirtin, lêgerîn, çalakkirin û daxistina datayan li ser amûra xwe
  • Parastina hejmara xwe tevî ku bikarî hêla telefona xwe biguherînî
  • Qet nîgeranê lêçûnên roaming'ê nebe
  • Li dewsa bicihkirina çîpê, plana eSIM'a xwe bi awayê dîjîtal çalak bike
  • Sepana Airalo'yê bitepîne da ku plana xwe ya datayê bo planeke xwecihî, navçeyî an jî cîhanî biguherînî
  • Bi bijartina planekê ku bi baştirîn awayî sazgar digel hewcetiyên te ye, bikaranîna datayê bigihîne asta herî zêde

Ji bo ku bibînî bê ka amûra te digel eSIM'ê saz e, ji kerema xwe lîsteya me ya giştalî li virseh bike.

Çavkanî û Rêbernameyên Serhêl ên Airalo'yê

Li vir kurteyek ji çavkanî û Rêbernameyên Airalo'yê ji bo sazkirin, bikaranîn û rêveberiya eSIM'a te hatiye raberkirin:

  • Ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir derbarê Airalo'yê, ji kerema xwe serdana Derbarê Airalo'yê bike
  • Ji bo pirsên li ser bikaranîna Airalo Airmoney, szkirina eSIM'a xwe li iOS an Android'ê û kêşeyên din ên giştî ji kerema xwe serdana Navenda Alîkariyê ya Airalo'yê bike.
  • Eger pirseke te heye ku Navenda Alîkariyê bersiva wê nedaye, ji kerema xwe Forma Têkiliyê ya me dagire an jî sEmail'ekê bo me bişîne da ku digel tîma piştevaniyê ya me di têkiliyê da bî.
  • Eger dixwazî bibî hevparê girêdayî an jî hevparê me, ji kerema xwe serdana rûpela Beşdarî ya me bike.
  • Eger dixwazî bi teknolojiya eSIM'ê birojkirî bimînî, serdana me bike blog.
  • Eger tu li rênîşandanên vîdyoyî û naverokên din ên serhêl digerî, li Kanala YouTube'ê ya me bibe abone.

Pirsên Pirrpar derbarê eSIM'an

P: Wateya SIM çi ye?

B: Subscriber Identity Module (Mudola Pênaseya Hevpar)

P: Gelo eSIM'a min dikare were şarjkirin?

B: Girêdayî bi eSIM'ê ye. Hinek ji wan dikarin bi awayê serhêl bên şarjkirin, an di rewşa berdestnebûna bijardeya şarjê da, dibe ku neçar bî eSIM'eke nû bikirrî. Tu dikarî seh bikî bê kar eSIM'a te li teba "eSIM'a Min" a Sepana Airalo'yê çalak e an na.

P: Çima bihayê eSIM'ê ciyawaz e?

B: Dabînkerên cûrbicûr li gorî sînordariyên navçeyî, rikeberiyên bazarê û rêzikan, nirx û bihayên ciyawaz raber dikin. Di halekî da ku bihayên eSIM'an dibe ku ji navçeyekê heta navçeya din ciyawaz bin, hertim tu dikarî piştrast bî ku Airalo bihayê bazara rikeberane ji bo navçeyê raber dike.

P: Heyama derbasdariya eSIM'ê çi ye?

B: Heyama derbasdariya te tê vê wateyê ku eSIM'a te ji bo heyama diyarkirî di plana te da dê çalak be. Eger te eSIM'ek bi heyama derbasdariya yek-hefteyî kirrîbe, eSIM hefteyekê piştî kirrînê dê li ber dest nebe.

P: Sînordariya dataya min çiqasî ye?

B: Sînordariya dataya te girêdayî bi pakêt û heyama derbasdariya te ye. Em bêjin te eSIM'ek bi 1GB data û heyama derbasdariya yek-hefteyî kirrîye. Derdem ku te dataya xwe bi kar anî an jî heyama derbasdariyê bi dawî hat, divê pakêteke şarjê an jî eSIM'eke din bikirrî.

Dîsan pirseke te heye? Em ji bo alîkariyê li vir in! Ji bo rênîşandana zêdetir Digel tîma Piştevaniyê ya me têkilî dayîne.


Tu amade yî eSIM'an biceribînî û şêwaza girêdana xwe biguherînî?

Ji bo kirrîn, birêvabirin û şarjkirina eSIM'a xwe li her derê û her demê, sepana Airalo'yê daxîne!

Airalo | Download mobile app
Airalo | Use your Free Credit

Krediya Xwe ya Belaş Bi Kar Bîne.

Tu dikarî bi parvekirina Koda xwe ya Lêvegerê digel hevalan, krediya US$3 bi dest bixî.