eSIM'eke Navneteweyî Çawa Dixebite? Rêbernameya Te ya Tam

Ege dixwazî di têkiliyê da bimînî lê naxwazî bi SIM Karta fîzîkî bikî xirecir, êdî li dû vê yekê nebe. eSIM bêyî hişkalavê şiyana rêwîtiya cîhanî didin te.

eSIM rêkareke bilez û sivik ji bo destragihîştina bo dataya telefona destan di rewşa daxwazê da ye, çi li derveyî welêt bî an nekarî SIM Karta fîzîkî bi dest bixî. Bi eSIM'ekê tu dikarî Planeke datayê ya Telefona destan bi rêya sepana Airalo'yê bikirrî û kodeke QR'ê bi kr bînî, wê bi awayê destî daxînî an wê rasterast li amûra xwe ya sazgar digel eSIM'ê saz bikî.

Bi vê hêsaniyê ye - lê kengî her tişt bi vê hêsaniyê bû, nemaze di rêwîtiyên navneteweyî da?

Me ew wergirt. Jîrefonên bi piştevaniya eSIM'ê tenê çend sal in ku hene. Eger dixwazî bizanî ku eSIM'a te ya navneteweyî çawa dixebite, li cihekî durist î. Em di halê vekolandina deqîqtir a vê teknolojiya nû ya sosret ji bo çalakkirina wê da ne.

eSIM ji bo Rêwîtiyên Navneteweyî Çi Ye?

Eger tu li dû bijardeyên xizmetên telefonî ji bo rêwîtiya xwe ya din bo derveyî welêt bûyî, dibe ku pê hesiyabî ku ew sînordar in. Gellek operator nirxên navneteweyî yên zehf zêde distînin (an jî dataya cîhanî ya belaş bi leza 2G a neguhêr raber dikin). Dibe ku te li vêya fikirîbe ku bi bikaranîna Wi-Fi'yê bi awayê Hotspot vê pirsgirêkê çareser bikî, lê vê yekê xeterên ewlehiyê yên taybetî xwe hene - her wiha WiFi hertim û li her derê li ber dest nîne.

Tevî vêya, eger tu telefoneke hema bêje nû bi kar tînî, dibe ku bijardeyeke te ya baştir hebe: eSIM.

eSIM an jî "embedded subscriber identity module" çîpek an jî tiraşeyek e ku di xeleka telefona te da hatiye pêvekirin. Bi palpiştiya bi nermalavê ji bo raberkirina xizmetan datayê bo telefona te, dewsa SIM Karta kevn digire.

Ji ber ku eSIM li gorî nermalavê ne, dikarî li dewsa min servîs li SIM Kartê were girêdan, kompaniyên telekomê an jî planan bilez biguherînî. Biçe bazara plana datayê ya eSIM'ê weke Airalo'yê û pakêtekê bibijêre ku di heyama rêwîtiyê da bêyî berçavgirtina kurt an dirêjbûna wê, hewcetiyên te dabîn bike.

eSIM bi taybet ji bo rêwîtiyên navneteweyî sûdmend e ji ber ku hewcetiyek bi rakirina SIM Karta te tineye. Di dema rêwîtiyê da, Sîm Karta te ya sereke neçalak (meger ku wê di rewşa Standby digel du SIM Kartan bi kar bînî). Piştî vegeriyana bo malê dikarî derdem bikaranîna SIM Karta xwe ya sereke ji nû va dest pê bikî. Li vir lîsteyeke sûdmend ji jîrefonan û amûrên din ên sazgar digel eSIM'ê hatiye.

 

eSIM'a Navneteweyî çawa dixebite?

eSIM rêkareke sivik ji bo wergirtina dataya navneteweyî bêyî lêçûnên gelekî zehf ên hin operatoran û pirsgirêkên peydakirina SIM Karta fîzîkî li cihê armanc e. Li dewsa kirrîna SIM Karteke fîzîkî ku wê bi SIM Karta xwe ya asayî diguherînî, bi rêya sepaneke weke Airalo'yê tu yê lêçûna planeke datayê bidî. Piştra tu yê çend qonaxên xwerû ji bo çalakkriina plana datayê di telefona xwe da bişopînî.

eSIM bi raberkerên xizmetên xwecihî û bircên ku planên eSIM'ê yên pêşperedanê raber dikin, tê girêdan. Raberker ji pêş va vana raber dikin - Airalo wan hemîyan di cihekî guncan da ji bo keşfkirina te bi cih dike.

Ji aliyekî va eSIM eynî weke hebûna SIM Karteke xwecihî ye, bi vê ciyawaziyê ku tu hema wisa hejmara xwe ya asayî bi kar tînî (Eger te Dual SIM Dual Standby çalak kiribe - pirraniya amûrên xwedî eSIM vî karî dikin). Eger te teknolojiya Dual SIM tineye, telefona te wek amûreke tenê datayê dixebite, lê hema wisa tu dikarî bi rêya servîsên weke WhatsApp an Telegramê peyaman bişînî an jî têkilî çê bikî.

Çima eSIM'eke Navneteweyî Baştir Ji SIM Karta Xwecihî ye?

SIM Kartên xwecihê ji bijardeyên herî hezkirî ji bo wan rêwiyan in ku diçine derveyî welêt. Tevî vêya, ew tenha bijardeyên hezkirî ji bo rêwiyan nînin. Li gorî Rapirsîna 2019an sedî 60 ji bikarêneran di rewşa berdestbûna eSIM3ê da, wê dibijêrin.

eSIM'eke navneteweyî xwedan çend sûd û serpişkiyên ciyawaz anegorî SÎM kartên xwecihî ye. Ew ev in:

  • Planên datayê ji bo navçeyan li dewsa welatên taybet: Eger tu serdana çend cihên li derveyî welêt dikî, divê her cara ku digihêjî welatekî din, SIM Karteke nû bikirrî. Li hemberî vê, planeke dataya navçeyî ya eSIM'ê derfetê dide te ku ji xizmetan di tevahiya rêwîtiya xwe da hez bikî.
  • Planên xwecihî yên aşkira raberkirî bi bihayên xwecihî: Bazareek eSIM'an weke Airalo'yê tiştê ku tu werdigirî lêçûnên wê nîşan dide. Dibe ku hertim bo te wiha nebe, heta eger di halê danûstandina digel firoşerekî rêpêdayî li balefirgehê bî.
  • Îmkana kirrîna beriya demê ya planên datayê: Li dewsa ku bi danîna servîsa telefonê di yekemayeta xwe di dema daketina ji balefirê da stresa xwe zêde bikî, dikarî plana datayab eSIM'a xwe li telefona xwe çalak bikî û amadeyî çûyî bibî.
  • Çend planên eSIM'ê yên hilgirtî di telefonekê da: Pirraniya amûran derfetê didi te ku çend planên dataya eSIM'ê li amûrekê kom bikî. Ev gelekî sadetir ji şopandina hejmareke zêde ya SIM Kartên fîzîkî ye.
  • Planên guhêrbar ji bo roj, hefte an mehan ku hewcetiya te pê heye: Gellek ji SIM Kartên pêş-pertedana xwecihê ji te dixwazin ku ji bo meheke tam a xizmetan pere bidî. Tevî vêya, eger tenê jib o çend roj an çend hefteyan hewcetiya te bi xizmetan heye, dibe ku te hanî peredana zêdebarî bide. Li hemberî vê, planên dataya eSIM'ê guhêrbar in û tu dikarî qasa deqîq a data an heyama demê ya hewce ji bo xwe bikirrî.

Bi eSIM'eke navneteweyî di Rêka Xwe da bigerre

Niha ku tu dizanî bê ka eSIM'eke navneteweyî çawa dixebite, cara din ku rêwîtî dikî, amûreke din di destê te da heye. eSIM tê wateya azadiya dataya telefona destan a bê serêşî, qutnebûna pêvegirêdanê an jî fatûreyên serhejîner e. Pêvegirêdan ti wextî bi vê rihetiyê nebûye, bi zêdetirî 200 welat û navçeyî li bazara Airalo'yê.

Gelo tu ji bo rêwîtiya xwe ya mezin a din plan dadirêjî? Firoşgeha Airalo'yê li vir seh bike da ku bibînî bêka çi derfet li benda te ne.


Tu amade yî eSIM'an biceribînî û şêwaza girêdana xwe biguherînî?

Ji bo kirrîn, birêvabirin û şarjkirina eSIM'a xwe li her derê û her demê, sepana Airalo'yê daxîne!

Airalo | Download mobile app
Airalo | Use your Free Credit

Krediya Xwe ya Belaş Bi Kar Bîne.

Tu dikarî bi parvekirina Koda xwe ya Lêvegerê digel hevalan, krediya US$3 bi dest bixî.