Çawa em Bêyî Lêçûna Roamîngê Rêwîtî bikin

Têçûyên (fee) Roaming'ê...

Ew Çeka Nihênî ya hezkiriya hilgirên hundirîn (domestic carriers) in. Telefona xwe li derveyî welêt bi kar bîne û her çiqasî jî ku fikir dikî lê miqate bî, tu yê tûşî bihayê giran bibî.

Pirraniya rêwiyan tûşî fatûreya telefonê bûne ku bi awayekî naxweş çend sed dolar zêdetir ji ya çaverêkirî ye. Û me hemîyan çîrokên sehmnak ên lêçûnên çaverênekirî yên roaming'ê bihîstine.

Xweşbextane, çend qonax hene ku tu dikarî ji bo sarifîn û kêmkirina lêçûnên roaming'ê di heyama rêwîtiyê da bi cih bînî.

Çi ji bo heyameke dirêj diçî bo derveyî welêt an jî ji bo serdana malbata xwe di dawiya hefteyê da sînor tê diperrînî, li vir çar rêkar hene da ku piştrast bibî ku dê fatûreya telefonê ya serhejîner bo te neyê.

Çar Stratejî ji bo Sarifîn û kêmkirina Lêçûnên Roaming'ê di Heyama Rêwîtiyê da

Eger te ji bîr kiriye ku beriya birêketinê di rêwîtiyê da dataya xwe neçalak bikî, çaverê nebe ku gazinan ji fatûreya xwe bikî.

Eger tu diçî bo derveyî welêt, rêyên cûrbicûr hene ku alîkariya te dikin da ku di rêwîtiyê da lêçûnên roaming'ê kêm bikî. Ti nêrîneke durist tineye, loma li vir çar stratejî û rêbaz ji bo berçavgirtinê hene. Her yek xwedan sûd û serpişkiya xwe ye, loma bi baldarî lê bifikire ku rêwîtiya te ya din dê çi bibe.

1. Beriya Hatina Moletê digel Kompaniya Xwe ya Telekomê Seh Bike

Beriya derketinê digel kompaniya xwe ya telekomê derbarê bijardeyên xwe ji bo dataya navneteweyî bişêwire. Hinek ji operatoran dataya navneteweyî bê pere raber dikin. Ev pirrî caran planên telefonê yên herî erzan nînin, lê eger tu hertim rêwîtî dikî, dibe ku hêjayî wî karî bin.

Bi vî rengî, operatorên din dataya navneteweyî ya belaş ji bo hn welatan an jî dataya belaş di asta cîhanî da ... bi leza 2G dê raber bikin. Eger ev babet ji bo te pejirînbar e, dibe ku were berçavgirtin.

Di dawî da, yên din dibe ku planên datayê ji bo heyamên kurt raber bikin. Nirx û biha dibe ku girêdayî bi welat, navçe an heyamê ciyawaz be, loma heta radeya pêkan pirsên xwe bipirse.

2. Pişta xwe bide Wi_Fi'ya xwecihî

Gelek rêwî bi palpiştiya li xalên pêvegirêdana WiFi'yê li navçeyê, bi giştî dev ji datayê berdidin. Ev rêbazeke aborî ya kevn e ku li gellek navçeyên bajarî bi başî dixebite. Tevî vêya, dibe ku pêkanîna wê li navçeyên gundî an dûrketî dijwartir be.

Rêbaza palpiştiya bi Wi-Fi'ya xwecihî ev e ku dataya xwe bi tamî neçalak bikî. Ev yanî dataya xwe di eyarkirinê anku setîngê da neçalak bikî. Pişta xwe nede moda balefirê, ji ber ku dibe ku xizmetên paşzemîneyê bi bikaranîna datayê hema wisa bi cih bên.

Ji bo ewlehîya pirtir, gelek kes SIM kartên xwe ji telefona xwe tînin der. Ji bo hilgirtina wê hewcetiya te bi cihekî ewleh heye.

Bêyî data, telefona te hema wisa di Wi-Fi'yê da baş dixebite. Her wiha, xizmetên awarte û acîl dê çalak bimînin. Eger te nexşeyên xwecihî ji Google Maps'ê daxistibin, dikarî GPS'ê jî bi kar bînî. Vê sûdê bi kar bîne, ji ber ku alîkariya te dike ku li hawîrdora xwe bigerrî. Piştî wê:

  • Li dû hin kafîşopan be ku Wi-Fi'ya belaş dabîn dikin.
  • Bibîne ka gelo dikarî dest ragihînî Wi-Fi'ya bela a pirtûkxaneyên gelemperî an avahiyê din ên Şaredariyê an na.
  • Eger tu Freelancer î, endamtiyeke abone berçav bigire.
  • Derbarê destragihîştina bo torên Wi-Fi'yê bi rûveka giştî nemaze networkên vekirî li navçeyên sosret û ecêb, bila haya te hebe.

3. SIM Karteke Xwecihî Bistîne

SIM Kartên Xwecihî rêbazeke din e ku gellek rêwiyên bi-ezmûn li derveyî welêt wê bi kar tînin. SIM Kartekê li meqseda xwe rake û dayîne nav telefona xwe. Tu yê hejmareke xwecihî û destragihîştina bo datayan li torên xwecihî bi dest bixî. Dema ku ev kar bi duristî pêk were, dikare şêwazeke erzan û hêsan ji bo danîna têkiliyê di heyama rêwîtiy te da be.

Helbet, eger gelekî hêsan an baş xuya dike ku durist be, ji ber vê yekê ye ku carinan bi vî awayî ye. Di halekî da ku pirrî caran SIM Karteke xwecihî bêyî pirsgirêk dikirrî, derbarê kirrînên wekî vêya ev yek hêsantir e. Wek mînak:

  • Tu dikarî SIM Kartekê bikirrî ku tiştê ku jê ra tê reklamkirin, dabîn nake.
  • Dibe ku şarja te ya gellekî zêde hebe.
  • Dibe ku bêyî ku bixwazî cûreyeke şaş a kartê ji bo telefona xwe bikirrî.

Ev pirsgirêk dema ku berbendeke zimanî hebe an dema ku ji firoşerekî ne-rêpêdayî dikirrî, zêdetir diqewime.

4. eSIM'ekê wergire

Di dawî da, gelo amûreke te ya bi qabiliyeta eSIM heye?

eSIM kurtkiriya "embedded SIM card" e. Ev çîpeke biçûk e ku li çerxa telefona te hatiye pêvekirin. Ji bo bikaranîna wê, tu yê pakêteke datayan ji dabînkerekê an jî bazarê daxînî. Piştî çalakbûnê, te yê data û girêdana bilez hebe.

Gellek sûd ji bo bikaranîna eSIM'ê hene, ji wan lez û rihetiya wê. Bi vî rengî, tu dikarî çend pakêtên datayan daxînî û di rewşa hewcetiyê di dema rêwîtiyê da, navbera wan cîbecî bibî. Ji ber ku pirraniya bazaran hevparê Kompaniyên Telekomê ne, te yê destragihîştina xwe bi planên datayê bi bihayên xwecihî jî hebe ku bikaranîna eSIM'an dike bijardeyeke guncan ji hêla lêçûnê va.

Têbîniyeke din a balkêş derbarê bikaranîna eSIM'ê ev e ku gellek ji mobaylan dikarin Du SIM Kartan pê bi kar bînin. Ev tê vê wateyê ku tu yê SIM Karta hundirê mobayla xwe jê dernexî. Dewsa wê, tu yê bi hêsanî dataya wê SIM Kartê neçalak bikî, piştra di dema bikaranîna pakêta datayan li ser eSIM Karta xwe, bikaranîna deng û peyamê bi awayê asayî didomînî. Ji ber ku operator pirrî caran bi rihetî peyam û têkiliya navneteweyî ya erzan dabîn dikin, ev rêyeke gelekî baş ji bo sarifîna di lêçûnên roaming'ê da li heyama rêwîtiyê da ye. Her wiha dibe ku pêwîst be hejmara xwe ya asayî ji bo piştrastkirina pênaseyê bi kar bînî.

Di dema Rêwîtiya bi Airalo'yê da Lêçûnên Roamingê kêm bike

Lêçûnên Roaming'ê dibe ku gelekî giran bin, lê pêwîst nake her cara ku rêwîtî dikî, lêçûna wê bidî. Me çend stratejî girtine bin sîvana xwe ku tu dikarî ji bo kêmkirina lêçûnên roaming'ê di heyama rêwîtiyê da wan bi kar bînî û hema wisa asta girêdanê ya ku li derveyî welêt î, biparêzî.

Ji palpiştiya bi xalên pêvegirêdana Wi-Fi'yê bigire heta bikargirtina yek an sê eSIM'an, bi qasî serdana bo derveyî welêt hin rê ji bo rêveberiya Pêvegirêdanê hene. Derbasî hin planên datayê yên giranbiha nebe an jî betlaniyên xwe bi nîgeraniya derbarê vêya ku fatûreya telefonê di dema vegera bo malê da dê çawa be, derbas neke. Li dewsa wê, yek an gişt van pakêtên rêwîtiyê bi kar bîne û li hezkirina xwe ya ji maceraheziyê vegerre.

Niha bazara Airalo'yê seh bike da ku bernameyên eSIM'ê yên herî guncan ji hêla lêçûnê va keşf bikî.


Tu amade yî eSIM'an biceribînî û şêwaza girêdana xwe biguherînî?

Ji bo kirrîn, birêvabirin û şarjkirina eSIM'a xwe li her derê û her demê, sepana Airalo'yê daxîne!

Airalo | Download mobile app
Airalo | Use your Free Credit

Krediya Xwe ya Belaş Bi Kar Bîne.

Tu dikarî bi parvekirina Koda xwe ya Lêvegerê digel hevalan, krediya US$3 bi dest bixî.