SIM Kartên Navneteweyî ji bo iPhone'ê: Rêbernameya Tam

Ji dema raberkirina iPhone'a sereke di sala 2007an va, Apple yek ji pênc dabînkerên sereke yên Jîrefonan di asta cîhanê da bûye. Di dawiya sala 2020î da, Apple'ê Sedî 13.9 ji pişka bazara cîhanî ya Jîrefon anku Smartphone'an girtibû destê xwe. Ev yanî kesek ji her şeş kesan li seranserî cîhanê.

Dihalekî ku hilgirtina iPhone'a xwe (bi şerta ku Çend Karan zûtir ji demê pêk bînî) tam ewleh e, lê hertim diyar nîne ku te hin bijarde ji bo wergirtina xizmetan ji derveyî welêt hene.

Yek ji van bijardeyan SIM Kartên Navneteweyî ye. (Na, ev weke sîmkarta xwecihî nîne!)

Li vir nêrîneke deqîq li ser SIM Kartên navneteweyî ji bi iPhone'an, ji wan eva ku ew çi ne û çawa dikarin alîkairya te bikin da ku her der diçî di têkiliyê da bî, hatiye raberkirin.

SIM Karteke Navneteweyî Çi Ye?

Tevî ku gellek operator vedibijêrin xelk bawer bikin, lê dataya Telefona destan li sînorên navneteweyî ranawestin. Binesdaziya kompaniyeke telekomê pêkan e, lê ev mijar bi pêşketina teknolojiya selûlî anku hucreyî kêmtir derbasdar dibe. 

Loma, eger dikarî di asta navneteweyî da bi SIM Kartekê dataya Telefona destan bi dest bixî – ji bilî gişt lêçûnên roaming'ê yên zehf ku kompaniyên telekomê hez dikin li fatûreya te zêde bikin, çi?

Hema wisa ku diyar e, tu dikarî.

SIM Kartên navneteweyî bereyeke SIM Kartan in ku li her cihekî ku dataya telefona mobayl heye, dixebitin. Ev kartek, fatûreyek, pakêta datayê û hejmara telefonê ye. Hinek ji nimûneyan ev in:

SIM Kartên navneteweyî yek ji vebijarkên gelek kesan e ku bi awayê berdewam serdana derveyî welêt dikin, pirranî dema ku rêwîtiya wan li navçe an parezemîneke taybet sînordar nîne. 

Sûd û Serpişkiyên SIM Kartên Navneteweyî

SIM Kartên Navneteweyî anegorî rêkarên din ji bo dataya Telefona destan di rêwîtiyê da xwedanê gellek sûdan in. Ew ji bilî komkirina xizmetên telefona destan ên çend-welatî di kartekê da, her wiha:

  • Sîvana baştir a piştgiriyê dabîn dikin: SIM Kartên Navneteweyî ji bo rêwîtiyê îdeal in. Ew bi giştî berxwegirtin û sîvaneke baştir anegorî roaming'a navneteweyî an SIM Kartên xwecihî dabîn dikin.
  • Hebûna nirxên gelekî baştir anegorî roaming'a navneteweyî: Fatûreya têkildarî SIM Karta Navneteweyî pirrî caran li gorî hesaba te li malê ye.
  • Ragirtina her tiştî di zimanekî da: Ti kêşeyek digel peywendîdarên Zimanê derveyî tineye da ku tam diyar bibe ku pakêtek çi tiştî digire ber xwe.
  • Dikare serhêl were rêvebirin: Piraniya servîsan portalekê ji bo her tiştî raber dikin.

Ciyawaziya navbera eSIM'kê, SIM Karteke Xwecihî û SIM Karteke Navneteweyî ji bo iPhone'ê çi ye?

SIM karteke Navneteweyî bijardeyeke kêmtir naskirî lê rihet ji bo rêwîyan in û bêjeya heta radeyekê gelemperî ji bo wan hîn jî carinan gêjker e. (Wek mînak “international SIM cards for iPhones” li Google'ê bigere û dibe ku tu yê her wiha hin têbîniyan derbarê bikaranîna iPhone'a xwe li derveyî welêt wergirî.)

Li vir em kurteawirekê davêjin ser ciyawaziyên navbera eSIM ên navneteweyî, Sîm Kartên Xwecihî û SIM kartên navneteweyî ji bo iPhone'an.

1. Ev Hîn jî Karteke Fîzîkî ye ku Divê Beriya Rêwîtiyê Bikirrî

Berovajî Discover Global eSIM, SIM Karta Navneteweyî karteke fîzîkî ye. Ev tê vê wateyê ku divê beriya destpêbûna rêwîtiyê, wê bikirrî û çalak bikî.

Em şîret dikin ji bo şandinê herî kêm hefteyekê dem terxan bikî da ku te têra xwe dem ji bo hilkolandina rewşa ku mumkin e bi çalakkirina wê biqewime, hebe.

Bi vî awayî, piştrast bibe ku iPhone'a ye vekirî ye. SIM kartên Navneteweyî weke SIM karêtn aliyê-sêyem li ser telefona kilîlkirî naxebitin.

2. Ev Mezinahiyek ji bo Hemîyan e - Hin Bijarde ji bo Hin Welatan Tinene

SIM Kartên Navneteweyî ji bo rêwîyên ku li gellek welatan hatûçûn dikin, ya baş e. Ew bi awayekî hatine dîzaynkirin ku stresa ji ber şopandina SIM Kartên xwecihî di her rawestana nû an serêşiya rûbirûbûna digel kompaniyeke telekomê ya navxweyî ku dixwaze ji bo bikaranîna datayê li derveyî welêt ji te lêçûna wê bistîne, kêm dibe. Wek mînak, Discover Global eSIM ji Airalo'yê bi sedan welatî digire bin sîvana xwe, vêca tu dikarî pêvegirêdana bêsînor tecrube bikî.

Ew ji bo xizmetkarên keştiyê an jî rêwiyên bazirgan ku navbera ofîsên navneteweyî tên û diçin, îdeal in.

Tevî vêya, eger tu tenê diçî welatekî an heta navçeyekê, Sîm Kartên Cîhanî dibe ku gelekî zêde xuya bikin. Berçav bigire ku gelo SIM Karteke navneteweyî dibe sebeb ku tu ji bo servîsa ku hewcetiya te pê tineye, pere bidî an na. Di vê rewşê da, eSIM'a taybetî welatekî an heta eSIM'eke navçeyî dibe ku bijartineke baştir be.

3. Tu dikarî SIM Karta Navneteweyî Digel eSIM'ê Bi Kar Bînî

Eger te iPhone XR an ya nûtir heye, telefona te eSIM'ê piştevanî dike. Ev bi vê wateyê ye ku dikarî karekî din bi SIM Karta xwe ya navneteweyî pêk bînî - wê li rex eSIM'ekê bi kar bîne.

Eger tu heyamekê li navçeyeke taybet derbas dikî, pakêteke dataya eSIM'ê dikare dataya telefona te ya destan bikemilîne. Ev dikare alîkariya te bike ku pêşî li mesrefkirina dataya roaming'a SIM Karta xwe bigirî û di heman demê da rê dide te ku dataya mobayl bi nirxa xwecihî bi dest bixî.

Bi heman awayî, ji ber ku pirraniya SIM Kartên navneteweyî hejmareke telefonê didine te, hema wisa tu dikarî di dema rêwîtiyê da bi wê telefon bikî an jî peyam bişînî. Û eger bo heyameke kurt hewcetiy te bi SIM Karta xwe ya navneteweyî tinebe, bi rihetî dikarî hêlên telefonê li iPhone'a xwe çalak an neçalak bikî.

Li vir çend rêbazên din ji bo bikaranîna eSIM di iPhone'ê da hatine pêşkêşkirin.

Gelo tu SIM Kartên Navneteweyî ji bo iPhone'ê berçav digirî? eSIM Karteke Cîhanî Bistîne

Bikaranîna SIM Kartên navneteweyî bi iPhone'ê tam pêkan e. SIM Karteke navneteweyî girêdayî bi bernameya rêwîtiya te dikare bijardeyeke guncan ji hêla aborî va be. Tevî vêya, hîn jî hin pirsgirêk têkildarî SIM Kartên fîzîkî û rêwîtiya bo derveyî welêt hene. Ji wêdabirina SIM Karta niha heta wergirtina SIM Karta navneteweyî di dema xwe da ji bo te, gellek kar ji bo rêvebirinê hene.

eSIM Karteke cîhanî gelekî sadetir e. eSIM Karteke cîhanî ji Airalo'yê bistîne û her dem û her cihê ku dixwazî pêvegirêdayî bimîne. Bi rastî, çi tişt nabe ku were hezkirin?


Tu amade yî eSIM'an biceribînî û şêwaza girêdana xwe biguherînî?

Ji bo kirrîn, birêvabirin û şarjkirina eSIM'a xwe li her derê û her demê, sepana Airalo'yê daxîne!

Airalo | Download mobile app
Airalo | Use your Free Credit

Krediya Xwe ya Belaş Bi Kar Bîne.

Tu dikarî bi parvekirina Koda xwe ya Lêvegerê digel hevalan, krediya US$3 bi dest bixî.