Daxuyanîya çapemenîyê: Airalo'yê 60 miliyon dolar di Dabînkirina darayî ya Rêza B da Kom kir

Airalo cofounders

DELAWARE, DYA (USA) — Airalo, bazara pêşenga eSIM'ê ku serhildanek di girêdana cîhanî da pêk anî, roja îro qala tevavkirina serkeftî ya dora darayî ya Rêza B ya xwe bi komkirina 60 miliyon dolarî kir. Ev yek bi rêbertiya e& capital, Baskê sermayeguzariyê e&, Koma Teknolojîya Cîhanî, tevayîya Bûceya Airalo'yê digihîne 67.3 miliyon dolarî. Antler Elevate, Liberty Global, Orange, T.Capital, Rakuten Capital, Singtel Innov8, Telefónica Ventures, Sequoia Capital India û SEA's (vê demê wek Peak XV Partners tê naskirin) Surge, KPN Ventures, û I2BF Global Ventures ji sermayeguzarên nasyar bûn ku tê da beşdar bûn. Ev konsorsyûma cihêreng a sermayeguzaran nîşana naskriina berfireh a pêşeyê ji xebata veguherîner a Airalo'yê di îcadkirina girêdana cîhanî ya liberdest û guncan ji bo rêwîyan li seranserî cîhanê ye.

Ev dabînkirina berbiçav a sermiyanê, bernameyên geşepêdana Airalo'yê ji wan vberfirehkirina civata bitevger a bi miliyonan bikarêneran, xurtkirina Tîma Cîhanî û danasîna Airalo Partners'ê—rêkareke têkiliyê ya dahênane ya guncan digel şixul û saziyan li seranserî cîhanê bi pêş da dibe. Bi hevdudaniya teknolojiya pêşketî û stratejiya li dor mihwera bikarêner, Airalo hema wisa rêwiya bi destragihîştina yekparçe bo torên telefona destan bihêz dike û rêwîtiyên wan vediguherîne tecrubeyên ku nayên jibîrkirin.

Abraham Burak û Bahadir Ozdemir hevdamezirîner pesna pêşketina kompaniyê û piştevaniya berdewam ji şebekeya wê ya sermiyandanberan a ber bi pêşketinê dan û gotin: "Di salên derbasbûyî da, Airalo'yê bi gellek xizmetan derd û renc kêm kirine û tecrubeya bi miliyonan rêwîyî baştir kirine. Girêdana kêmxerc û destragihîştî li seranserî cîhanê. Ev konsorsyûma nû ya sermiyandaneran vê hêzê dide ku hewldana xwe ji bo îcadkirina dergeha girêdana bilez li seranserî cîhanê bidomînin."

Airalo ji dema damezirîna xwe di sala 2019an da, pêspartiya xwe ji bo demokratîzîekrina girêdana cîhanî bêrawestandin domaniye û ew ji bo rêwiyan li seranserî cîhanê destragihîştî û guncan kiriye. Bazara Airalo'yê ku wek platforma herî mezin a eSIM'ê ya cîhanê nasyar e, destragihîştina rihet bo pakêtên eSIM'ê (SIM Karda dîjîtal) pêşkêşî bikarêneran dike û rê dide wan bi awayekî yekparçe li şebekeyên telefona destan li sedan cihî li seranserî cîhanê bên girêdan.

Bi rûmala zêdetirî 200 welat û navçeyî, xizmetên istîsna yên Airalo'yê bala bi miliyonan bikarênerî li seranserî cîhanê kişandiye. Lênêzikbûna yekem a ji rêya dûr a vê kompaniyê tîmeke cihêreng û biferaset a pêkhatî ji 250 pisporan ji 44 welatan û şeş parezemînan perwerde kiriye. Ev tîma taybet êkhatî ji tîmeke beşdariya cîhanî ye ku hevkariya bihêz digel şixul û rêxistinan li seranserî cîhanê xwedî dike. Malper û Sepana Airalo'yê ku gewahioyek li balkêşiya wê ya cîhanî ye, bi 22 zimanan li ber dest e, bi bernameya geşepêdanê ji bo raberkirina piştevaniyê bi 53 zimanan di pêşerojeke nêzik da. Sepana Airalo'yê vê demê xwedî Rêza berbiçav a 4.7 Stêrk li App Store û 4.6 Stêrk li Google Play Store'ê ye, di halekî da ku sepana Rêwîtiyê ya Hejmara 1 li firoşgehên Telefona destan li çend welatan e ku razbûna bikarênerên xwe zêdetir piştrast dike.

Li gorî dora serkeftî ya dabînkirina darayî, e& capital meyl û zoqa xwe ji bo tevlêbûna hêza digel Airalo'yê parve kir. Em kêfxweş in ku dora dabînkirina darayî ya Rêza B ji bo Airalo'yê rêbertî dikin, kompaniya ku di 18 mehên raborî da rêya dirêj bi lêhûrbûna li ser raberkirina tecrubeya istîsna ya mişterî meşandiye. Me baweriya tam bi şiyana Airalo'yê ji bo berfirehkirina civata bikarênerên xwe, xurtkirina tîma xwe ya cihêreng û danasîna dawîn berhema Airalo Partners'ê, rêyeke têkiliyê ya pêşeng ji bo kr û pêşeyan û rêxistinên cîhanî heye. Kushal Shah, Rêveberê Giştî yê e& capital got, " Em bawer in ku Airalo'yê potensiyela veguherîna bo pêwîstiyeke rêwîtiyê heye û em bi heyecan in ku piştevaniya rêwîtiya wan ber bi veguherîna bo dergeha tekûz ji bo girêdana bilez li seranserî cîhanê bikin."

Rêya pêşketina berbiçav a Airalo'yê û soza bêveger a guhertina tecrubeya rêwîtiyê, ew kiriye pêşeng û pêwîstiya rêwîtiyê. Bi hatina sermiyanên nû û beşdariyên stratejîk, Airalo amade ye ku berfirehbûna xwe bilezîne û piştrast bibe ku rêwî li seranserî cîhanê diakrin bêyî berçavgirtina meqseda xwe bi awayekî yekparçe di têkiliyê da bin.

Ji bo pirsên medyayî ji kerema xwe digel [email protected] têkilî dayîne. 

Derbarê Airalo'yê

Airalo ku di sala 2019an da ji aliyê Bahadir Ozdemir û Abraham Burak va hat damezirandin, bazara eSIM'a cîhanî ya yekemîn û herî mezin e. Ev platform pakêtên eSIM'ê ji bo zêdetirî 200 welat û navçeyî raber dike û vê şiyanê dide rêwîyan ku bilez li torên telefona destan li cihê armanc bên girêdan. Airalo'yê bi miliyonan bikarênerî û tîmeke cîhanî ku li 44 welatan dixebite, şoreşek di têkilîdanîna cîhanî da pêk aniye û rêwiyan li seranserî cîhanê bihêz dike. 

Ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir derbarê Airalo'yê, ji kerema xwe serdana www.airalo.com bike.

Derbarê Sermîyana Elektronîkî (e& capital)

sermîyana Elektronîkî anku (e& capital) stûna sermayeguzariyê ya e& ye ku li ser wan îde û kesan sermayeguzarî dike ku pşerojeke dîjîtal a baştir û rontir ava dikin. Pişetavniya kar û pêşeyên teknolojiyê yên xeyalîn dike, alîkariya wan dike ku pêş bikevin û pêşketina watedar pêkan dike da ku vê cîhanê bi pêş da bibe.

sermîyana e& capita li ser wan Startup'an sermayeguzarî dike ku diwêrin rewşê bixin ber pirsê, ji ber ku baweriya wan bi tiştekî baştir heye. Digel karanên wêrek hevkarî dike da ku fikrên wan ên mezin veguherîne kar û pêşeyên pêşverû yên siberojê. 

Ji bo bidestxistina zanyariyên zêdetir derbarê Sermîyana Elekrtronîkî, ji kerema xwe serdana https://eand.com/en/capital.jsp bike. 


Tu amade yî eSIM'an biceribînî û şêwaza girêdana xwe biguherînî?

Ji bo kirrîn, birêvabirin û şarjkirina eSIM'a xwe li her derê û her demê, sepana Airalo'yê daxîne!

Airalo | Download mobile app
Airalo | Use your Free Credit

Krediya Xwe ya Belaş Bi Kar Bîne.

Tu dikarî bi parvekirina Koda xwe ya Lêvegerê digel hevalan, krediya US$3 bi dest bixî.