Mesref û bikaranîna datayê bi tevahî girêdayî bi rêkxistinên amûra te û edetên te yên bikaranînê ye.
Heke tu pê hesiyayî ku dataya eSIM'a te gelekî bilez dihê mesrefkirin, ev rêbername dikare alîkairya te ji bo baştirkirina bikaranîna datayê ya amûra te bike.
Şêwaza sehkirina bikaranîna datayê
Tu dikarî seh bikî ku kîjan bername herî zêde datayê di amûra te de bi kar tînin – ev kar bi giştî di rêkxistina amûrê de pêk tê.
Şêwaza sehkirin û sînordarkirina bikaranîna datayê di amûrên iOS de
Tu dikarî qasa bikaranîna dataya xwe li amûrên iOS seh bikî – herwiha tu dikarî bikaranîna datayê ji bo bernamene taybet ji rêkxistin û eyarkirina xwe neçalak bikî.
- Here Settings > Cellular.
- Here beşekê bi navê “Cellular Data for…” ya eSIM'a xwe ya çalak.
- Seh bike bê ka kîjan bername datayeke zêde bi kar tînin.
- Heke hewce bike, datayaê ji bo bernameyan neçalak bike.
Şêwaza sehkirina bikaranîna datayê di amûrên Samsung'ê de
Tu dikarî qasa bikaranîna dataya xwe li amûrên Samsung'ê ji rêkxistina amûra xwe seh bikî.
- Here Settings > Connections > Data usage.
- Here eSIM'a xwe ya çalak û bitepîne ser Mobile data usage.
Şêwaza sehkirina bikaranîna datayê di amûrên din ên Android
Tu dikarî bikaranîna dataya xwe li amûrên Android ji rêkxistina xwe seh bikî.
- Here SETTINGS û bitepîne ser NETWORK & INTERNET.
- Bitepîne ser SIMs û eSIM'a xwe ya çalak hilbijêre.
- Here xwarê da ku APP DATA USAGE binînî û li ser wê bitepîne.
Qonax dibe ku anegorî modela amûra te cihêwaz bin.
Şêwaza kêmkirina bikaranîna datayê
Şêwazên xwarê dikarin alîkariya te di sarifîna datayê û zêdekirina temenê eSIM'ê bikin.
- Dema ku amûra xwe bi kar nayînî, datayê bitemirîne. Dataya telefona mobayl tenê dema ku hewceyî serhêlbûnê yî, çalak bike. Temirandian wê di demên din de pêşî li meesrefkirina nepêwîst di paşzemîneyê digire.
- Xwe ji hotspotting'ê dûr bigire. Parvekirina datayê bi rêya hotspot'ê, plana dataya telefona mobayl a te bi kar tîne. Heke te girêdana xwe parve kiriye, ev dikare hegera bikaranîna datayê ya zêde bie.
- Çalakiyên giran ên datayê sînordar bike. Belavkirina vîdyoyan, raberkirin an çapkirina belgeyan bi bikaranîna dataya telefona mobayl dikare bilez plana te bi dawî bîne. Her dem ku pêkan e, ji bo van çalakiyan torên Wi-Fi'yê bi kar bîne.
- Browserek bi çirrkirina datayê bi kar bîne. Browserên weke Google Chrome û Opera Mini'yê dikarin beriya şandina naverokan bo telefona te, wan çirr û levcivandî bikin û bi rêzê bikaranîna dataya te heta 50% û 90% kêm bikin.
- Daxistina datayê bi awayê neserhêl (Offline). Ji bo bernamene mîna Google Maps, Netflix, yan jî YouTube'ê, bijardeya daxistina nexşe, fîlm an mûzîkê di dema girêdana li tora Wi-Fi'yê bi kar bîne. Bi vî rengî, tu dikarî bêyî bikaranîna dataya telefona xwe ya destan bi awayê neserhêl, wan bi dest bînî.
- Hevgavkirina hesab neçalak bike. Hevgavkirina xwebixwe ya hesab ji bo bernamene weke Google yan Facebook'ê dikare datayê bi awayekî nepêwîst bi kar bîne. Vê taybetiyê ji bo bernameyên ku hewceyîya te bi hevgavkirina berdewam a wan tuneye, neçalak bike.
Şêwaza kêmkirina bikaranîna datayê di amûrên iOS de
- Destyarê Wi-Fi'yê neçalak bike. Ev taybetî dema ku girêdana Wi-Fi'ya te lawaz e, bi awayê jixweber bo dataya telefona mobayl tê veguhertin. Gerçî ku ev kar sûdmend e, lê dikare bibe sebeba bikaranîna çaverênekirî ya datayê. Ji bo temirandina wê:
- Here Settings > Cellular (yan Mobile Data).
- Here xwarê û Wi-Fi Assist bitemirîne.
- Birojkirinên jixweber a bernameyan bitemirîne. Birojkirinên bername û sîstemê dikarin qaseke zehf a datayê mesref bikin. Amûra xwe bi awayekî kanfîgûre neke ku birojkirin tenê bi rêya Wi-Fi'yê bihêne daxistin.
- Here Settings > Apps > App Store û bijardeya Cellular Data ji bo Daxistinên Xwebixwe neçalak bike.
- Rêkxistinên iCloud Drive'ê rêk bixe. Heke iCloud Drive'a te bi awayekî hatibe rêkxistin ku dataya telefona mobayl bi kar bîne, dikare ji bo hevgavkirina faylan, datayeke zehf mesref bike. Ji bo neçalakkirina vê bijardeyê:
- Here Settings > Cellular (yan Mobile Data).
- Here xwarê û bijardeya iCloud Drive neçalak bike.
- Dataya telefona mobayl ji bo bernameyên hevgavkirina wêneyê neçalak bike. Bernamene mîna iCloud Photos an jî Google Photos'ê dikarin bi awayê jixweber wêne û vîdyoyên te hevgav bikin û datayeke zehf mesref bikin. Ji bo neçalakkirina mesrefa datayê ji bo van bernameyan:
- Here Settings > Apps.
- Bitepîne ser bernameya têkildar (wek mînak iCloud yan Photos.
- Bijardeya Mobile Data ji bo wê sepanê neçalak bike.
Şêwaza kêmkirina mesrefa datayê di amûrên Android de
- Mesrefa dataya paş-zemîneyê neçalak bike. Gelek bername hema wisa di paş-zemîneyê de ji bo şandina danezanan, wergirtina birojkirinan an jî hevgavkirina zanyariyan datayê bi kar tînin. Neçalakkirina vê bijardeyê dikare bibe sebeba sarifîn û destpêvegirtina zehf a mesrefa datayê.
- Birojkirinên jixweber a bernameyan bitemirîne. Rêk mîna iOS'ê, birojkirinên xwebixwe yên bernameyan bi rêya dataya telefona mobayl mesrefeke xwe ya zehf heye.
- Google Play Store veke.
- Here Settings > Network preferences > Auto-update apps.
- Over Wi-Fi only hilbijêre.
- Sînordariyeke bikaranîna datayê rêk bixe. Android vê derfetê dide te ku sînordariya datayê diyar bikî. Piştî gihîştina mesrefa te bo vê astê, dataya telefona mobayl bi awayekî jixweber dihê damirandin û pêşî li têçûyên zêdetir dihê girtin.
- Di rêka Settings > Data usage de tu dikarî hişyariya bikaranîna datayê û sînordariya datayê kanfîgûre û peykerbendî bikî.
Em hêvîdar in ku ev têbînî alîkariya te ji bo birêvebirina baştir a bikaranîna datayê bikin. Heke tu hewceyî alîkariya zêdetir î, tîma piştevaniyê ya me di xizmeta te de ye. Em bi awayê 24/7 berdest in û kêfxweş dibin ku alîkariya te bikin.

