Di hinek babetan de, dibe ku tu bixwazî ku eSIM'ekê bo amûreke nû veguhezînî – mixabin, eSIM'ên kirrî ji Airalo'yê tenê dikarin li ser amûrekê bihêne sazkirin.
Gelo ez dikarim eSIM'ekê ji amûra niha li ser amûra nû saz bikim?
Na. eSIM tenê dikare li ser amûrekê bihê sazkirin. Piştî sazkirinê, nabe ku bo amûreke din bihê veguhestin.
Berovajî SIM'ên kevneşopî ku dikarî wan bi awayê fîzîkî derxînî û li ser mobayleke din dayînî, eSIM bi awayekî dîjîtalî hatiye bicihkirin û li ser yekem amûra ku tê çalakkirin, kilîl dibe.
Min hîn data li ser eSIM'a xwe heye. Ez çawa dikarim wê bi kar bînim?
Tu dikarî bikaranîna datayê li ser amûra kevn a xwe bidomînî. Heke tu dixwazî ku amûra xwe ya nû girêdayî bi Înternetê bikî, dikarî bi çalakkirina hotspot'a kesane ji amûra xwe ya kevn, datayê bi parve bikî.
Amûra min a kevn xirab e yan jî êdî nayê bikarabnîn. Çi karekî dikarim bikim?
Mixabin, heke amûra te êdî neyê bikaranîn, eSIM û her cûre zanyariyên mayî nikarin bên vegerrandin an veguhestin. Di vê rewşê de bijardeya herî baş kirrîn û sazkirina eSIM'eke nû li ser amûra te ya nû ye.
Heke tu hewcedarî alîkairya zêdetir î yan heke pirseke te derbarê eSIM'a xwe heye, bêyî ku dudil bî, digel me têkilî dayîne. Em li vir in da ku alîkariya te bikin!

