Hemî modelên Google Pixxel'ê eSIM-pejir nînin, loma baştir e ku beriya destpêkirinê, seh bikî ku gelo amûra te piştevaniya eSIM'ê dike yan na. Ji kerema xwe qonaxên vê nivîsarê bişopîne da ku seh bikî bê ka gelo amûra Pixel a te piştevaniya eSIM'ê dike.
Piştî ku te piştreast kir ku amûra te ya Google Pixel eSIM-pejir û kilîl-vekirî ye, dikarî van qonaxan ji bo birêxistina eSIM'ê bişopînî.
Şêwaza amadekirina beriya sazkirina eSIM'ê
- Têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê
- Here My eSIMs
- eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
- installation instructions veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
- View Installation Instructions, yan jî
- How to use your eSIM > How to install the eSIM
- Şêwaza sazkirinê ya vebijartî hilbijêre: Direct, QR Code, yan Manual
Ji bo eyarkirina girêdanê, heman eSIM'î veke û serdana beşa Şêwaza bikaranîna <0> eSIM > Şêwaza Girêdanê (yan Dîtina Destûrkarên Sazkirinê bike) Beşa 2/2).0>
Çawaniya sazkirina rasterast a eSIM'ê li ser amûra Pixel
- Di sepana Airalo'yê de bitepîne ser Direct > Install eSIM
- Ji bo piştrastkirinê Yes hilbijêre
- Li benda sazbûna eSIM'ê bimîne
- Settings > Network & Internet veke
- eSIM'a xwe ya nû hilbijêre
- Bijardeyên ji bo Dataya Mobayl û Roamîngê ÇALAK bike
Şêwaza sazkirina eSIM'ê bi rêya Koda QR li amûra Pixel
- Settings > Network & Internet veke
- Aykona + li cem eSIM'ê hilbijêre.
- Download a SIM instead? hilbijêre
- Next hilbijêre, piştre Koda QR ji sepana Airalo'ya xwe sken bike.
- Bitepîne ser Download da ku eSIM'ê saz bikî
- Careke din Settings veke
- Bijardeyên ji bo Active, Mobile Data, û Roaming ÇALAK bike
Çawaniya sazkirina eSIM'ekê bi awayê destî li ser amûra Pixel
- Settings > Network & Internet veke
- Aykona + li cem eSIM'ê hilbijêre.
- Download a SIM instead? hilbijêree
- Next hilbijêre, piştre bitepîne ser Need help?
- Enter bi awayê destî hilbijêre
- Adres û Koda Çalakkirinê ya SM-DP+ Address (û Koda Pioştrastkirinê heke hebe) ) ji sepana xwe ya Airalo'yê cîgir bike yan binivîse
- Continue ji bo sazkirina eSIM'êl hilbijêre
- Careke din Settings veke
- Bijardeyên ji bo Active, Mobile Data, û Roaming ÇALAK bike
Piştî sazkirinê dê çi biqewime?
eSIM'a te niha divê li jêr Settings > Network & Internet > SIMs xuya bibe û bi awayê automatîk li toreke telefona mobayl a piştgirîbûyî were girêdan.
Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne – em bi awayê 24/7 berdest in - û em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.