Beriya sazkirinê piştrast bibe ku amûra te:
- Piştevaniya eSIM'ê dike (serdana Çi amûr piştevaniya eSIM'ê dikin? yan Ez çawa seh bikim ku gelo amûra min a iOS piştevaniya eSIM'ê dike? bike).
- Kilîl-vekirî ye
- Girêdana Înternetê ya mayînde heye, WiFi tê vebijartin
Ez dikarim destûrkarên sazkirina eSIMs'ê di sepana Airalo'yê de li ku bibînim?
Tu dikarî hemû destûrkarên ji bo sazkirina eSIMs'a xwe bi bicihanîna qonaxên jêrîn bibînî.
- Sepana Airalo'yê veke.
- Here bo eSIMs'ên Min û eSIMs'a xwe hilbijêre.
- Here beşa "Amade yî ji bo bikaranîna eSIMs'a xwe?"
- Saz bike an parve bike hilbijêre.
Ji bo dîtina destûrkarên destî, Vebijarkên din bibîne û paşê Destûrkaran bibîne li bin Destûrkarên destî hilbijêre.
Çima ez nikarim piştî sazkirina eSIMs'a xwe destûrkarên sazkirinê bibînim?
Dema ku Airalo tespît dike ku eSIMs'a te hatîye sazkirin, destûrkarên ji bo lêzêdekirina eSIMs'ê dibe ku êdî di sepanê de xuya nebin - tu dê li şûna wê beşa "Çawa girêdayî bibî" bibînî da ku tu bikaribî bi torê ve girêdayî bibî û eSIMs'a xwe bi kar bînî.
Heke tu ji bo sedemekê hewcedarî referanskirina destûrkarên sazkirinê bî, tu dikarî referansê bidî PDF'a destûrkarên sazkirinê ya ku bi pejirandina fermana te an E-Mail'a radestkirina eSIMs'ê ve hatiye girêdan.
Ez çawa eSIM'ekê bi awayê destî li iOS'ê saz bikim?
- Settings veke
- Cellular (yan Mobile Data) hilbijêre
- Add eSIM (yan Add Cellular/Mobile Data Plan) hilbijêre
- Use QR Code hilbijêre, piştre 'Enter Details Manually' hilbijêre
- Adresa SM-DP+, Koda Çalakkirinê û Koda Piştrastkirinê binivîsîne (heke hatiye raberkirin)
- Next hilbijêre, piştre du caran Continue hilbijêre
- Çend deqeyan sebir bike da ku eSIM3a te çalak bibe, piştre Done hilbijêre
- label ekê ji bo eSIM'a xwe hilbijêre (wek mînak “Airalo”)
- Di rûpelên Hêla Pêşbîr da:
- Hêla Sereke ya xwe ji bo telefon û kurtepeyamê bibijêre
- Hêla Sereke ya xwe ji bo iMesage & FaceTime bibijêre
- eSIM'a Airalo'yê ji bo Cellular/Mobile Data hilbijêre
- Piştrast bibe ku Allow Cellular Data Switching EÇALAK e
*Heke eSIM'a te ji bilî datayê piştevaniya telefon û kurtepeyamê jî dike, dikarî wê ji bo kurtepeyam û telefonê jî hilbijêrî
Şêwaza girêdana li networkê
- Biçe Settings > Cellular û eSIMs'a xwe ya nû hilbijêre.
- Turn On This Line çalak bike.
- Biçe Settings > Cellular > Cellular Data û eSIMs'a xwe ya nû hilbijêre, heke nehatiye hilbijartin.
- Allow Cellular Data Switching neçalak bike.
- Biçe Settings > Cellular > Default Voice Line û eSIMs'a xwe ya nû ji bo bang û SMS hilbijêre (heke pakêta te bang û nivîsan dihewîne).
- Biçe Settings > Cellular û eSIMs'a xwe ya nû hilbijêre.
- Network Selection hilbijêre û Automatic neçalak bike.
- Tora eSIM'ê bibijêre (serdana “Network” bike) — dibe ku xuyabûna wê hinekî dem bibe.
- Biçe Settings > Cellular û eSIMs'a xwe ya nû hilbijêre.
- Cellular Data Network hilbijêre û APN di hemû xaneyên APN'ê de ji bo eSIMs'a xwe ya nû binivîse (heke pêwîst be).
- Data Roaming ji bo eSIMs'a xwe ya nû çalak bike (heke pêwîst be).
- Airplane Mode vekêşe û bitemirîne.
Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne, em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.
Gelo tu şêwazeke din vedibijêrî?
Çawaniya sazkirina rasterast a eSIM'a Airalo'yê li ser amûra iOS
Çawaniya sazkirina eSIM'a Airalo'yê bi rêya Koda QR li ser amûra iOS

