Hinek ji eSIM'ên ku Airalo raber dike, pêkhatî ji derfeta danîna têkiliya telefonî û kurtepeyamê(SMS) ne. Heke di danîna têkiliya telefonî û kurtepeyamê (SMS) digel eSIM'a xwe kêşeya te heye, dibe ku ev yek ji ber çend sedeman be.
Gelo eSIM'a min têkiliya telefonî û kurtepeyamê jî li xwe digire?
Ka gelo eSIM'a te têkiliyên telefonî û kurtepeyamê dihundirîne yan na girêdayî plana taybet a ku te kirrî ye. Di halekî de ku Airalo eSIM'inan digel têkiliya telefonî û kurtepeyamê raber dike, gelek ji wan tenê pêkhatî ji datayê ne.
Tu dikarî di zanyariyên wê yên zêdebarî de, li beşa 'Cûreya planê' bibînî ku gelo eSIM'a te têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire yan na.
Planên 'Data, deng û kurtepeyam' têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire. Planên 'Tenê data' têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe nagirin.
Ez ji ku derê tê bigihêjim ku gelo eSIM têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire yan na?
Tu dikarî di zanyariyên zêdetir de hem berî û hem piştî kirrînê bibînî ka gelo eSIM'ek têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire yan na.
- Beriya kirrîna eSIM'ê, tu yê zzanyariyên zêdetir beriya peredanê bibînî.
- Piştî ku te eSIM'ek kirrî, here My eSIMs û eSIM'a têkildar hilbijêre — tu yê zanyariyên zêdetir ji “Show More” bibînî.
Gelo ez dikarim sepanên peyamgihên ji bo danîna têkiliyê bi eSIM'ên Tenê data bi kar bînim?
Bi giştî tu dikarî sepanên peyamgihan ên wekî WhatsApp, Telegram û Signal'ê ji bo pêkanîna telefonan bi eSIM'ên tenê data bi kar bînî — ev sepan bi gelemperî tenê datayê bi kar tînin.
Çima eSIM'a min ji bo têkiliya telefonî û kurtepeyamê naxebite?
Dibe ku eSIM'a te ya bi têkiliya telefonî û kurtepeyamê ji ber pirsgirêkên sazkirinê, eyarên şaş ên amûrê, an qada qels a nixumandina torê nexebite.
Heke tu di şandin an wergirtina telefon û kurtepeyaman li ser eSIM'a xwe de rastî zehmetiyê têyî, van gavên jêrîn biceribîne:
- Piştrast bibe ku eSIM hatiye sazkirin – divê bikarî wê di beşa rêkxistin û eyarkirina amûra xwe de bibînî.
- Piştrast bibe ku eSIM'a te ji bo têkiliya telefonî û kurtepeyamê hatiye hilbijartin – qonaxên destûrkara sazkirinê bişopîne.
- Piştrast bibe ku tu li navçeya dapoşana eSIM'ê yî – ev tenha cih e ku eSIM'a te dê bixebite.
Heke te hemî babetên jor pêk anîn, hewl bide ku tora eSIM'ê bi awayê destî hilbijêrî. Dê eSIM'a te li navçeya dapoşana xwe bi torekê ve were girêdan — carinan dikare bi çend toran ve were girêdan. Bi giştî bi awayê jixweber tora herî bihêz a heyî hildibijêre, lê dibe ku bi awayekî rendomî li toreke lawaztir were girêdan.
Ji bo dîtina pêristeke torên heyî ji eSIM'a xwe, here ser hûrgiliyên eSIM'a xwe. Qonaxên hilbijartina destî ya tora durist bi rêya rêkxistina tora telefona mobayl a amûra xwe bişopîne. Ev kar pirranî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî kurtepeyam yan têkiliya telefonî yarmetîder e.
Piştî pêkanîna her cûre guherînekê, heke hîn jî kêşeya te heye, amûra xwe reset bike.
Nîşe: Pakêtên herêmî yên ku telefon û kurtepeyamê li xwe digirin tenê ji bo peywendiya herêmî ya di hundirê welatê nixumandinê de ne. Ev eSIM piştgiriyê nadin telefon an kurtepeyamên navneteweyî.
Ez çawa dikarim bi eSIM'a xwe têkiliya telefonî ya kurtepeyama navneteweyî pêk bînim?
Tu dikarî bi zêdekirina koda welêt û nîşana zêdekirinê (+) li ber hejmara telefonê, bi eSIM'a xwe re telefon û kurtepeyamên navneteweyî pêk bînî.
Mînak:
- Rast: +1 555 123 4567
- Şaş: 001 555 123 4567 an 0555 123 4567
Heke koda navçeyêl bi sifir dest pê dike, di dema jimaregirtina navneteweyî de, sifirê jê bibe.
- Rast: +30 73 1234 5678
- Şaş: +30 073 1234 5678
Çawa kes dikarin bi eSIM'a Discover+ digel min têkiliya telefonî çê bikin an kurtepeyaman bişînin?
Mirov dikarin bi jimartina hejmara telefona te bi nîşana zêdekirinê (+) û koda welêt a rast re telefonî eSIM'a te ya Discover+ bikin an peyam jê re bişînin.
Dema ku tu hejmara eSIM'a Discover+ digirî, divê tu her tim van li xwe bigirî:
- Nîşana zêdekirinê (+)
- Koda welêt a eSIM'ê (bi gelemperî “+1”)
- Hejmara telefonê
Hewceyî bi guherandin an nivîsandina koda welat bi awayê cihêwaz nîne.
Heke hîn jî pirseke te heye, tîma piştevaniyê ya me di xizmeta te de ye. Em 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin.
