Airalo

Birêkirin bo rûpela sereke ya Airalo'yê.

Dîtina nivîsarên têkildar

Ez çawa dikarim eSIM'ê li amûra xwe ya Google Pixel an Pro saz bikim?

Hemî modelên Google Pixxel'ê eSIM-pejir nînin, loma baştir e ku beriya destpêkirinê, seh bikî ku gelo amûra te piştevaniya eSIM'ê dike yan na. Ji kerema xwe qonaxên vê nivîsarê bişopîne da ku seh bikî bê ka gelo amûra Pixel a te piştevaniya eSIM'ê dike.
Piştî ku te piştreast kir ku amûra te ya Google Pixel eSIM-pejir û kilîl-vekirî ye, dikarî van qonaxan ji bo birêxistina eSIM'ê bişopînî.

Ez dikarim destûrkarên sazkirina eSIMs'ê di sepana Airalo'yê de li ku bibînim?

Tu dikarî hemû destûrkarên ji bo sazkirina eSIMs'a xwe bi bicihanîna qonaxên jêrîn bibînî.

  1. Sepana Airalo'yê veke.
  2. Here bo eSIMs'ên Min û eSIMs'a xwe hilbijêre.
  3. Here beşa "Amade yî ji bo bikaranîna eSIMs'a xwe?"
  4. Saz bike an parve bike hilbijêre.

Çima ez nikarim piştî sazkirina eSIMs'a xwe destûrkarên sazkirinê bibînim?

Dema ku Airalo tespît dike ku eSIMs'a te hatîye sazkirin, destûrkarên ji bo lêzêdekirina eSIMs'ê dibe ku êdî di sepanê de xuya nebin - tu dê li şûna wê beşa "Çawa girêdayî bibî" bibînî da ku tu bikaribî bi torê ve girêdayî bibî û eSIMs'a xwe bi kar bînî.

Heke tu ji bo sedemekê hewcedarî referanskirina destûrkarên sazkirinê bî, tu dikarî referansê bidî PDF'a destûrkarên sazkirinê ya ku bi pejirandina fermana te an E-Mail'a radestkirina eSIMs'ê ve hatiye girêdan.

Em çawa beriya sazkirina eSIM'ê amade bibin?

  1. Têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê
  2. Here My eSIMs
  3. eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
  4. Destûrkarên sazkirinê veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
    • Ready to use your eSIM> Install or Share > View other options > QR code installation or Manual instructions
  5. Rêvajoya xwe ya vebijartî ya sazkirinê hilbijêre: Direct, QR Code, or Manual

For connection settings, open the same eSIM and look under Ready to use your eSIM > Connect to a network > How to connect.

Çawaniya sazkirina rasterast a eSIM'ê li ser amûra Pixel

  1. Di sepana Airalo'yê de bitepîne ser Direct > Install eSIM
  2. Ji bo piştrastkirinê Yes hilbijêre
  3. Li benda sazbûna eSIM'ê bimîne
  4. Settings > Network & Internet veke
  5. eSIM'a xwe ya nû hilbijêre
  6. Bijardeyên ji bo Dataya Mobayl û Roamîngê ÇALAK bike

Şêwaza sazkirina eSIM'ê bi rêya Koda QR li amûra Pixel

  1. Settings > Network & Internet veke
  2. Aykona + li cem eSIM'ê hilbijêre.
  3. Download a SIM instead? hilbijêre
  4. Next hilbijêre, piştre Koda QR ji sepana Airalo'ya xwe sken bike.
  5. Bitepîne ser Download da ku eSIM'ê saz bikî
  6. Careke din Settings veke
  7. Bijardeyên ji bo Active, Mobile Data, û Roaming ÇALAK bike

Çawaniya sazkirina eSIM'ekê bi awayê destî li ser amûra Pixel

  1. Settings > Network & Internet veke
  2. Aykona + li cem eSIM'ê hilbijêre.
  3. Download a SIM instead? hilbijêree
  4. Next hilbijêre, piştre bitepîne ser Need help?
  5. Enter bi awayê destî hilbijêre
  6. Adres û Koda Çalakkirinê ya SM-DP+ Address (û Koda Pioştrastkirinê heke hebe) ) ji sepana xwe ya Airalo'yê cîgir bike yan binivîse
  7. Continue ji bo sazkirina eSIM'êl hilbijêre
  8. Careke din Settings veke
  9. Bijardeyên ji bo Active, Mobile Data, û Roaming ÇALAK bike

Piştî sazkirinê dê çi biqewime?

eSIM'a te niha divê li jêr Settings > Network & Internet > SIMs xuya bibe û bi awayê automatîk li toreke telefona mobayl a piştgirîbûyî were girêdan.

Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne – em bi awayê 24/7 berdest in - û em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.