Hemî modelên Samsung Galaxyê eSIM-pejir nînin, loma baştir e ku beriya destpêkirinê, seh bikî bê ka gelo amûra te piştevaniya eSIM'ê dike yan na. Ji kerema xwe qonaxên vê nivîsarê bişopîne da ku seh bikî bê ka gelo amûra ta ye Galaxy piştevaniya eSIM'ê dike yan na. Piştî piştrastbûna vêya ku amûra te ya Samsung Galaxy eSIM-pejir e û ji aliyê operator ve kilîl-vekirî ye, dikarî van qonaxan ji bo birêxistina eSIM'ê bişopînî.
Ez dikarim destûrkarên sazkirina eSIMs'ê di sepana Airalo'yê de li ku bibînim?
Tu dikarî hemû destûrkarên ji bo sazkirina eSIMs'a xwe bi bicihanîna qonaxên jêrîn bibînî.
- Sepana Airalo'yê veke.
- Here bo eSIMs'ên Min û eSIMs'a xwe hilbijêre.
- Here beşa "Amade yî ji bo bikaranîna eSIMs'a xwe?"
- Saz bike an parve bike hilbijêre.
Çima ez nikarim piştî sazkirina eSIMs'a xwe destûrkarên sazkirinê bibînim?
Dema ku Airalo tespît dike ku eSIMs'a te hatîye sazkirin, destûrkarên ji bo lêzêdekirina eSIMs'ê dibe ku êdî di sepanê de xuya nebin - tu dê li şûna wê beşa "Çawa girêdayî bibî" bibînî da ku tu bikaribî bi torê ve girêdayî bibî û eSIMs'a xwe bi kar bînî.
Heke tu ji bo sedemekê hewcedarî referanskirina destûrkarên sazkirinê bî, tu dikarî referansê bidî PDF'a destûrkarên sazkirinê ya ku bi pejirandina fermana te an E-Mail'a radestkirina eSIMs'ê ve hatiye girêdan.
Em çawa beriya sazkirina eSIM'ê amade bibin?
- Têkeve hesabê xwe li Airalo'yê
- Here My eSIMs
- eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
- installation instructions veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
- View Installation Instructions, yan jî
- How to use your eSIM > How to install the eSIM
- Şêwaza sazkirina ku dixwazî hilbijlre: Rasterast, Koda QR yan destî
Ji bo rêkxistinên girêdanê, heman eSIMs'ê veke û li bin Çawa eSIMs'a xwe bi kar bînî > Amade yî ji bo bikaranîna eSIMs'a xwe > Çawa girêdayî bibî (an Destûrkarên Sazkirinê Bibîne > Rûpel 2/2) binêre.
Ez çawa eSIM'ekê rasterast li ser amûra Galaxy Samsung saz bikim?
- Li Sepana Airalo'yê, here beşa My eSIMs
- eSIM'a xwe hilbijêre û destûrkaran veke. (View Installation Instructions yan jî How to use your eSIM > How to install the eSIM)
- Direct hilbijêre, piştre bitepîne ser Install eSIM
- Allow hilbijêre
- Çend deqeyan sebir bike heta ku sazkirin tevav bibe.
- Piştî sazbûnê, Settings > Connections > SIM manager veke
- Mobile data hilbijêre û eSIM'a xwe diyar bike
Çawaniya sazkirina destî ya eSIM'ê li ser amûreke Samsung Galaxy
- Settings veke
- Settings veke
- Scan QR code hilbijêre (ev dibe ku li hinek ji amûran bi awayê skenkirna Koda QR ji dabînkera xizmetan xuya bibe.)
- <0>Enter0> <0>activation code0> hilbijêre
- Koda çalakkirinê ji hûrgiliyên eSIM'a xwe li sepana Airalo'yê binivîsîne.
- Connect hilbijêre, piştre bitepîne ser Add
- Piştî sazkirinê Settings > Mobile data veke
- eSIM'a xwe hilbijêre
Çawaniya sazkirina destî ya eSIM'ê li ser amûreke Samsung Galaxy?
- Settings veke
- Settings veke
- Scan QR code hilbijêre (ev dibe ku li hinek ji amûran bi awayê skenkirna Koda QR ji dabînkera xizmetan xuya bibe.)
- Koda QR ji hûrgiliyên eSIM'ê li sepana Airalo'yê sken bike.
- Add hilbijêre
- Piştî sazkirinê Settings > Mobile data veke
- eSIM'a xwe hilbijêre
Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne, em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.

