Beriya sazkirinê piştrast bibe ku amûra te:
- Piştevaniya eSIM'ê dike (serdana Çi amûr piştevaniya eSIM'ê dikin? yan Ez çawa seh bikim ku gelo amûra min a iOS piştevaniya eSIM'ê dike? bike).
 - Kilîl-vekirî ye
 - Girêdana Înternetê ya mayînde heye, WiFi tê vebijartin
 
Em çawa beriya sazkirina eSIM'ê amade bibin?
- Têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê
 - Here My eSIMs
 - eSIM'a têkildar ji bo sazkirinê hilbijêre
 - View Details hilbijêre
 - Destûrkarên sazkirinê veke. Girêdayî bi versyona sepana xwe, dibe ku babetên xwarê bibînî:
	
- View Installation Instructions, yan
 - How to use your eSIM > How to install the eSIM
 
 - Bijardeya destî hilbijêre û adresa SM-DP+ û Koda Çalakkirinê (û heke hebe Koda Piştrastkirinê) kopî bike.
 
Ez çawa eSIM'ekê bi awayê destî li iOS'ê saz bikim?
- Settings veke
 - Cellular (yan Mobile Data) hilbijêre
 - Add eSIM (yan Add Cellular/Mobile Data Plan) hilbijêre
 - Use QR Code hilbijêre, piştre 'Enter Details Manually' hilbijêre
 - Adresa SM-DP+, Koda Çalakkirinê û Koda Piştrastkirinê binivîsîne (heke hatiye raberkirin)
 - Next hilbijêre, piştre du caran Continue hilbijêre
 - Çend deqeyan sebir bike da ku eSIM3a te çalak bibe, piştre Done hilbijêre
 - label ekê ji bo eSIM'a xwe hilbijêre (wek mînak “Airalo”)
 - Di rûpelên Hêla Pêşbîr da:
	
- Hêla Sereke ya xwe ji bo telefon û kurtepeyamê bibijêre
 - Hêla Sereke ya xwe ji bo iMesage & FaceTime bibijêre
 - eSIM'a Airalo'yê ji bo Cellular/Mobile Data hilbijêre
 
 - Piştrast bibe ku Allow Cellular Data Switching EÇALAK e
 
*Heke eSIM'a te ji bilî datayê, piştevaniya telefonkirin û kurtepeyaman jî dike, dikarî wê ji bo telefon û kurtepeyamê hilbijêrî.
Çawaniya girêdana li dataya mobayl?
- Settings > Cellular (yan Settings > Mobile Data) veke
 - eSIM plan a xwe hilbijêre
 - Heke çalak nîne, Turn On This Line çalak bike
 - Data Roaming ÇALAK bike (heke pêwîst be – destûrkarên eSIM'a xwe li sepana Airalo'yê seh bike)
 - Here bo Cellular/Mobile Data û eSIM'a xwe ya Airalo'yê wek hêla datayê hilbijêre
 - eSIM'a te divê bi awayê jixweber li toreke telefona destan a piştgirîbûyî were girêdan.
 
Heke hewceyî alîkariya zêdetir î, ji kerema xwe digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayîne, em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.
Gelo tu şêwazeke din vedibijêrî?
Çawaniya sazkirina rasterast a eSIM'a Airalo'yê li ser amûra iOS
Çawaniya sazkirina eSIM'a Airalo'yê bi rêya Koda QR li ser amûra iOS

