Eger nikarî koda QR'ê ya raberkirî sken bikî, eger amûra te Android e, dikarî eSIM'ê bi nivîsandina destî ya hûrgiliyên sazkirina eSIM'ê saz bikî. Ji bo cîhazên iOS'ê, tu dikarî ji bo sazkirina eSIM'ê li ser heman cîhazê Rêbaza rasterast an jî rêbaza destî hilbijêrî. Eger tu vedibijêrî, dikarî bi şopandina qonaxên xwarê sazkirina eSIM'ê bi awayê destî bidomînî:
Di iOS'ê da:
- Here panela My eSIMs da ku bi rêya sepanê an malperê hûrgiliyên xwe yên Sazkirina Destî bibînî.
- Di cîhaza xwe de biçin Mîhengan.
- Here Cellular/Mobile.
- Cellular/Mobile Plan zêde bike.
- Enter Details Manually hilbijêre. Dê ji te were xwestin ku van binivîsî:
- SM-DP+ Address
- Koda Çalakkirinê
- Koda Piştrastkirinê (eger hebe)
- ESIM'a xwe li bin Cellular/Mobile Plan çalak bike.
- ESIM'a xwe ji bo Cellular/Mobile data hilbijêre.
- Roamînga Data'yê çalak bike (Ji kerema xwe xeta xwe ya bingehîn bigire da ku dema li derveyî welat bî, ji heqê roamîngê yê dabînkerê xwe yê şixul dûr bikevî).
- Heke hewce be, li ser cîhaza xwe APN'ekê (access point name) saz bike. Eger eyarkirinên APN'ê ji bo eSIM3a te hewce bin, dikarî hûrgiliyên APN'ê li hûrgiliyên sazkirina eSIM'ê bibînî.
Di Android'ê da:
- Here panela My eSIMs da ku bi rêya sepanê an malperê hûrgiliyên xwe yên Sazkirina Destî bibînî.
- Di cîhaza xwe de biçin Mîhengan.
- Li ser Network & Internet bitepîne.
- Li cem Mobile Network, li îkona Add bitepîne.
- Dema hat pirsîn, “Don’t have a SIM card?”, li Next bitepîne.
- Li Enter Code Manually bitepîne. Ji te dihê xwestin ku zanyariyên koda QR'ê (SM-DP+Adress) ya heyî li taba sazkirina Destî li rûpela sazkirina eSIM'a xwe binivîsî.
- ESIM'a xwe li bin Mobile Network çalak bike.
- Mobile data çalak bike.
- Roamînga Data'yê çalak bike (Ji kerema xwe xeta xwe ya bingehîn bigire da ku dema li derveyî welat bî, ji heqê roamîngê yê dabînkerê xwe yê şixul dûr bikevî).
- Heke hewce be, li ser cîhaza xwe APN'ekê (access point name) saz bike. Eger eyarkirinên APN'ê ji bo eSIM3a te hewce bin, dikarî hûrgiliyên APN'ê li hûrgiliyên sazkirina eSIM'ê bibînî.
Eger pirseke te heye, ji kerema xwe bi piştevaniyê ra têkilî dayîne.
