Airalo

Birêkirin bo rûpela sereke ya Airalo'yê.

Dîtina nivîsarên têkildar

Ez çawa dikarim bi eSIM'a xwe têkiliyên telefonî û kurtepeyaman bi kar bînim?

Hinek ji eSIM'ên ku Airalo raber dike, pêkhatî ji derfeta danîna têkiliya telefonî û kurtepeyamê(SMS) ne. Heke di danîna têkiliya telefonî û kurtepeyamê (SMS) digel eSIM'a xwe kêşeya te heye, dibe ku ev yek ji ber çend sedeman be.

Gelo eSIM'a min têkiliya telefonî û kurtepeyamê jî li xwe digire?

Di halekî de ku Airalo eSIM'inan digel têkiliya telefonî û kurtepeyamê raber dike, gelek ji wan tenê pêkhatî ji datayê ne.

Tu dikarî di zanyariyên wê yên zêdebarî de, li beşa 'Cûreya planê' bibînî ku gelo eSIM'a te têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire yan na.

Planên 'Data, deng û kurtepeyam' têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire. Planên 'Tenê data' têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe nagirin.

Ez ji ku derê tê bigihêjim ku gelo eSIM têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire yan na?

Beriya kirrîna eSIM'ê, tu yê zzanyariyên zêdetir beriya peredanê bibînî. 

Piştî kirrîna eSIM'ê, here beşa My eSIMs'ê û eSIM'a têkildar hilbijêre – tu yê zanyariyên zêdetir ji beşa 'Nîşandana zêdetir' bibînî.

Gelo ez dikarim sepanên peyamgihên ji bo danîna têkiliyê bi eSIM'ên Tenê data bi kar bînim?

Erê, bi giştî tu dikarî sepanên peyamgihên ên weke WhatsApp, Telegram û Signal'ê ji bo danîna têkiliya telefonî bi eSIM'ên tenê datayê bi kar bînî – ev bername bi giştî tenê datayê bi kar tînin.

Çima eSIM'a min ji bo têkiliya telefonî û kurtepeyamê naxebite?

Heke eSIM'a te têkiliya telefonî û kurtepeyamê li xwe digire, di rewşa hebûna kêşeyê digel şandin an wergirtina têkiliya telefonî û kurtepeyamê de, babetên xwarê bicerribîne:

1. Piştrast bibe ku eSIM hatiye sazkirin – divê bikarî wê di beşa rêkxistin û eyarkirina amûra xwe de bibînî.
2. Piştrast bibe ku eSIM'a te ji bo têkiliya telefonî û kurtepeyamê hatiye hilbijartin – qonaxên destûrkara sazkirinê bişopîne.
3. Piştrast bibe ku tu li navçeya dapoşana eSIM'ê yî – ev tenha cih e ku eSIM'a te dê bixebite.

Heke te hemî babetên jor pêk anîn, hewl bide ku tora eSIM'ê bi awayê destî hilbijêrî. eSIM'a te bo tprekê li navçeya dapoşana xwe tê girêdan – carinan dikare li çend toran bihê girêdan. Bi giştî bi awayê jixweber tora herî bihêz a heyî hildibijêre, lê dibe ku bi awayekî rendomî li toreke lawaztir were girêdan.

Ji bo dîtina pêristeke torên heyî ji eSIM'a xwe, here ser hûrgiliyên eSIM'a xwe. Qonaxên hilbijartina destî ya tora durist bi rêya rêkxistina tora telefona mobayl a amûra xwe bişopîne. Ev kar pirranî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî kurtepeyam yan têkiliya telefonî yarmetîder e.

Piştî pêkanîna her cûre guherînekê, heke hîn jî kêşeya te heye, amûra xwe reset bike.

Ez çawa dikarim bi eSIM'a xwe têkiliya telefonî ya kurtepeyama navneteweyî pêk bînim?

Ji bo danîna têkiliya telefonî yan şandina kurtepeyama navneteweyî bi eSIM'a xwe, hertim dibê koda welat binivîsînî – teqez jimareya telefonê bi nîşaneya zêdekirinê (+) binivîsîne.

- Durist: +1 555 123 4567
- Nedurist: 001 555 123 4567 or 0555 123 4567

Heke koda navçeyêl bi sifir dest pê dike, di dema jimaregirtina navneteweyî de, sifirê jê bibe.

- Durist: +30 73 1234 5678
- Nedurist: +30 073 1234 5678

Çawa kes dikarin bi eSIM'a Discover+ digel min têkiliya telefonî çê bikin an kurtepeyaman bişînin?

Di dema jimaregirtina eSIM'a Discover+ de, divê babetên xwarê binivîsin:

- Nîşaneya zêdekirinê (+)
- Koda welatê eSIM'ê (bi giştî "+1")
- Jimareya telefonê

Hewceyî bi guherandin an nivîsandina koda welat bi awayê cihêwaz nîne. 

Heke hîn jî pirseke te heye, tîma piştevaniyê ya me di xizmeta te de ye. Em 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin.