Discover+ eSIM'a Cîhanî rê dide bikarêneran da ku bi data, têkiliyên telefonî û kurtepeyamê digel heval, malbat û hevkaran li seranserî cîhanê di têkiliyê da bin. Ev eSIM her wiha girêdana cîhanî ya lezgîn û guncanbiha ji bo rêwîyan di her demê û her derê ku hewcetî pê hebin, dabîn dike. Ev gotar agahiyên bingehîn destnîşan dike da ku sûdên wê zêde bike daku dema tu li derveyî welêt bî, girêdayî bimînî.
- Gelo ew bi hejmareke telefonê re tê? Belê, ew bi hejmareke telefonê re tê. Her wiha eSIM'a Cîhanî ya Discover+ pêkhatî ji hejmareke telefonê ya navneteweyî ya bi jêderka Otrîşê ye. Zêdekirina koda welatê guncan di dema parvekirina hejmara telefona eSIM'ê da, girêdana yekparçe misoger dike. Koda welatê Amerîkayê +1 ye û divê ji bo hemî têkilî û kurtepeyamên wergirtî, çi xwecî û çi navneteweyî, were nivîsandin.
- Gelo ez dikarim bangên telefonê bikim? Belê, tu dikarî bangên telefonê bikî û wergirî. Di dema pêkanîna têkiliya telefonî bi bikaranîna Discover+ eSIM'a Cîhanî da, bikarêner divê piştrast bibin ku hejmara lêgeriyayî bi koda welatî ya eseh dest pê dibe. Wek mînak, eger bikarênerek li Japonê ye û dixwaze digel kesekî li Fîlîpînê têkiliya telefonî dayîne, divê beriya lêgeriyana li hejmarê, hejmara wergirê têkiliyê bi koda welatê Fîlîpînê (+63) dest pê bike. Nekirina vî karî dibe ku hewldanên serneketî ji bo têkiliyê pêk bîne.
- Gelo ez dikarim peyamên nivîskî bişînim? Belê, tu dikarî peyamên nivîskî (SMS) bişînî û wergirî. Di dema şandina SMS'ê bi Discover+ eSIM'a Cîhanî da, destpêkirina hejmara telefona wergirê têkiliyê bi koda welatê têkildar pêwîst e. Ev qonax radestkirina serkeftî ya SMS'an misoger dike. Eger vî karî nekî, dibe ku rastî peyamên neşandî bihêyî.
- Gelo ez dikarim pakêteke şarjkirinê bikirim? Belê, tu dikarî ji bo eSIM'ê şarjkirinekê bikirî. Pakêtên şarja datayê, têkilî û nivîsê hene, lê tenê ji bo data, deng an SMS'ê, şarja cuda nayê raberkirin. Wergirtina peyamên hatî (SMS) ji heyîya SMS'ê dê kêm nebe. Eger deqeya têkiliya mayî ya bikarêner bigihêje sifir, têkiliyên telefonî yên hatî dê neyên wergirtin. Ji bilî vêya, têkiliyên ku di heyama çend çirkeyan da, bo deqeyeke tam tên hesabkirin.
- Gelo ez dikarim bikaranîna xwe bişopînim? Tu dikarî bikaranîna data, bang û peyamên xwe yên nivîskî di sepan an malpera Airalo'yê de bişopînî.
- Gelo tu sînorkirinên welatan hene? Tu dikarî lîsteya welatên piştgirîkirî li ser rûpela agahdariya berhemê ya Discover+ Global eSIM'ê kontrol bikî.
- Gelo ev li hemû amûrên bi eSIM'ê re hevaheng dixebite? Discover+ Global eSIM li ser her amûra ku piştgiriya eSIM'ê dike û tora wê kilîtvekirî ye, bi awayekî bêkêmasî dixebite.
Eger pirseke te heye, ji kerema xwe digel piştevaniyê têkilî dayîne û em ê kêfxweş bibin ku alîkairya te bikin!
