Dema ku dikarî hema eSIM'ê bi kar bînî:
- eSIM xwedan bijardeyên pakêta datayê ya şarjkirinê ye ku dikarî bikirrî.
- Te hîn eSIM'a sazkirî li ser amûra xwe heye.
- Tu yê eSIM'ê li welat an welatên piştgirîbûyî bi kar bînî.
Dema ku hûn eSIMek bikirin, hûn ê bibînin ka vê eSIM-ê pakêtek top-up berdest heye an na. Heke tu plan dikî ku heman eSIM'ê dîsa bi kar bînî, ji kerema xwe eSIM'ê jê nebîbe. Dema ku nayê bikaranîn, tu dikarî wê sazkirî bihêlî û li bin Planên Daneya Mobîl bi tenê neçalak bikî. Tu dikarî heta dema ku pakêta dataya şarjê heye, zêdekirina pakêta datayê li eSIM'a xwe bidomînî. Ji bo zanîna ka çawa eSIM tê şarjkirin, binêre Ez çawa dikarim eSIM'ekê şarj bikim? Ji kerema xwe haya te hebe ku tu tenê dikarî eSIM û pakêtên xwe yên daneyê ji bo welatê piştgirîbûyî bi kar bînî.
Dema ku tu nikarî heman eSIM'ê bi kar bînî:
- Ti bijardeyeke şarjê tineye.
- Te dil heye eSIM'a xwe ji bo welatekî ciyawaz ji welatê ku te pêştir bi kar dianî bi kar bînî û nayê piştgirîkirin.
Heke ji bo eSIM'a te vebijarkên şarjkirinê yên berdest tune bin, nexwe ew tenê ji bo carekê bikaranînê ye. Dema ku pakêta datayê teva an ekspayîr bû, tu dikarî bi hêsanî eSIM'ê ji amûra xwe jê bibî. Gelo ez dikarim eSIM'ekê ji amûra xwe jê bibim? - Navenda Alîkariyê ya Airalo'yê
Dema ku tu dixwazî eSIM'a xwe li welatekî din bi kar bînî, ji kerema xwe piştrast bibe ku eSIM û pakêtên dataya te piştevaniya welatê ku diçiyê dike. Wiha nebe, tu yê nekarî wê bi kar bînî. Wek jêderkeke bilez:
- eSIM'ên xwecî tenê welatekî piştgirî dikin.
- eSIM'ên navçeyî û cîhanî çend welatan digirin ber xwe.
Eger pirseke te heye, ji kerema xwe bi piştevaniyê ra têkilî dayîne.
