Airalo

Birêkirin bo rûpela sereke ya Airalo'yê.

Vegeriyan bo Navenda Mafevaniyê

Şert û mercên giştî

Şert û Mercên Giştî

Airalo di pêspartiyekê de ye ku ji bo hemû rêwiyan girêdana dataya cîhanî dabîn bike. Em xizmetên xwe yên Platform û Karûbarê di bin damezrandina AirGSM Pte Ltd de pêşkêş dikin, ku ew kompaniyeke di Singapûrê de tomarkirî ye li 6 Raffles Blvd, #03-308 Marina Square, Singapore 039594. Em wek komker û bazara xizmetên girêdanê dixebitin. Bi awayekî din: em dizanin ka çi kes baştirînên xizmetên girêdana daneyan in ji bo her welatekî an herêmekî, û em xizmetên wan ji rêya bazara xwe ya Airalo’yê re li mişteriyên xwe ber dest dikin. Bi vî awayî em dikarin eSIM dabîn bikin da ku hûn di zêdetirî 200 welatan de girêdayî bimînin.

Berî bikaranîna Xizmetên me (eSIM û xizmetên alîkariyê yên pêwendîdar ku ji aliyê me ve têne dabînkirin) an Platforma me (malpera me, rûpelên ku ji aliê Airalo’yê ve têne birêvebirin û li ser platformên medyaya civakî têne dabînkirin, û sepana me), em ji we dixwazin ku hûn şert û mercên ku ji bo bikaranîna we têne sepandin û polîtîkayên ku têne sepandin bixwînin. Ev babet pêk tên ji:

  • Ev “Şert û mercên giştî” her dem têne sepandin. 
  • "Şert û mercên Bikaranîna Xizmetên me" dê wextê ku hûn bikarhênerekî xizmetên me ne têne sepandin; 
  • Li cihê ku hûn bikarhênerê xizmetên me ne, lê ji aliyê aliyekî sêyemîn ve, wek karsazê we, an jî hevkarê Airalo’yê ve gihîştina wan hatiye dabînkirin, wê demê "Şert û mercên Bikaranîna Xizmetên me" hîn jî têne sepandin, lê divê bi rêkeftina we ya bi wî aliyê sêyemîn re re bêne xwendin. Dibe ku hûn hin hêmanên xizmetên me wek alîkariya mişterî bi dest nexin û hûn ê berketiyê bihayê cihêwaz û pêvajoyên peredanê/vegerandina pere de bin. Em nikarin berpirsyariyekê ji bo kiryar an jî rêkeftina we bi her aliyekî sêyemîn re bigirin ustiyê xwe; û
  • Rêmeşnameya me ya Nihênîbûnê û Rêmeşnameya Kûkîyan (Cookie) dê di hemû rewşan da ku em agahiyên kesane yên we kom bikin, têne sepandin. Rêmeşnameya me ya Bikaranîna Pejirandî û Rêmeşnameya Vegerandina Pere dê di hemû rewşan de ku hûn xizmetên me bi kar bînin, dê bêne sepandin.  

(ev bi hevra wek "Şert û merc" têne binavkirin)

Bikaranîna we ya Xizmetên me û Platforma me girêdayî bi pejirandina şert û mercên me ye. Ji ber vê yekê heke hûn van qebûl nakin an jî nikarin van bişopînin, divê hûn Xizmetên me an Platforma me bi dest nexin an jî bi kar neyînin. Hûn bi bikaranîna Platforma me an Xizmetên me, an bi gerîn an klîkkirin li ser her naverokekê, tomarkirin, an bikaranîna sepana me, van şert û mercan qebûl dikin.

Carinan em dibe ku şert û mercên xwe nûve bikin. Em ê hemî hewla xwe bidin ku heger guhertin giring bin, we agahdar bikin. Her guherandinekê dê ji rojdema weşandina xwe ve cihanîna wê pêwîst be, ji ber vê yekê heke hûn êdî naxwazin şert û mercên me qebûl bikin wê demê divê hûn piştî şert û mercên nûvekirî bikaranîna Xizmetên me an Platforma me rawestînin.

Aliyên Sêyemîn. Di çarçoveya ku Xizmetên me an Platforma me girêdanên bi malperrê aliyekî sêyemîn an platforma medyaya civakî ve dihewîne - an li ser wan têne dabînkirin - (mînak, dabînkerên xizmetên peredana me, Facebook, an Instagram) û şert û mercên bikaranînê yên cihêwaz yên bi wê malperr an platforma medyaya civakî re hene, hûn razî ne ku ji bilî van şert û mercan, wan jî bişopînin. 

Parvekirina agahiyan bi Airalo’yê re.. Nihênîbûna we ji bo me giring e. Daneyên kesane yên ku em li ser we kom dikin dema ku hûn Xizmetên me an Platforma me bi kar tînin dê li gor Rêmeşnameya me ya Nihênîbûnê û Rêmeşnameya Kûkîyan (Cookie) bêne birêvebirin. 

Mafên Xwedîtiya Hizrî. Hemû Mafên Xwedîtiya Hizrî yên di Platforma me û Xizmetên me de ji aliê Airalo’yê ve têne xwedîkirin an lîsansekirin. Ev mafê kopî (di nav de di nermalava me ya kompyûterê de), nîşanên bazirganiyê, zanista teknîkî, razên bazirganiyê, û sêwirandin, berhevkirin, û xuyang û hesta Platforma me dihewîne, (bi hevra, "Mafên Xwedîtiya Hizrî"). Di bikaranîna Platforma me û Xizmetên me de, hûn razî ne ku vî karî tenê ji bo armancên xwe yên têkildar û li gorî van şert û mercan pêk bînin. Em li ser Xizmetên me û Platforma me pêşniyazên we pir giring dibînin. Li cihê ku hûn pêşniyazek ji me re pêşkêş dikin, em dibe ku wê di nav Xizmetên xwe an Platforma xwe de bi cih bikin, û hûn piştrast dikin ku mafekî Xwedîtiya Hizrî li ser wê pêşniyazê çênabe, û qerebûyek ji we re nayê dayîn. 

Jêstandina Berpirsyariyê. JI BILÎ CIHÊ KU JI ALIYÊ QANÛNÊ VE SÎNORKIRÎ YE, DI TU REWŞEKÊ DE EM Ê JI BO HER ZIYANÊN NERASTERAST, ENCAMÎ, NIMÛNEYÎ, NIŞKÊVAYÎ AN CEZAYÎ, DI NAV DE WINDAKIRINA QAZANCÊ, BERPIRSYAR NEBIN, HETA HEGER EM JÎ HATIBIN AGAHDARKIRIN KU DIBE KU EV ZIYAN ÇÊBIBIN. DI ÇARÇOVEYA KU EM DI PIŞTGIRIYA VAN ŞERT Û MERCAN DE ŞIKESTIN BIXIN, EM Ê JI BO ZIYAN Û ZÎANÊN WE YÊN BÊJÎHÊL Û PÊŞBÎNÎBAR BERPIRSYAR BIN, Û BERPIRSYARIYA ME Û HEVKARİYÊN ME YA GIŞTÎ A BERHEVKIRÎ JI WE RE DI HER REWŞEKÊ DE BI RÊJEYA GIŞTÎ YA 100.00 DOLARÎ (SED DOLARÊN AMERÎKÎ) VE SÎNORDAYÎ YE.
XIZMETÊN ME Û PLATFORMA ME LI SER BINGEHA ”WISA KU HEYE” Û “WISA KU BERDEST E” TÊNE DABÎNKIRIN. BI TAYBETÎ, EM GARANTÎ NAKIN KU EW Ê DI HER DEM DE AMADE BIN, NE JÎ KALÎTEYA GİRÊDAN Û TORÊN BINGEHÎN. DI ÇARÇOVEYA KU JI ALIYÊ QANÛNÊ VE PÊKAN E, EM HEMÛ MERCÊN ZELAL, GARANTÎ, TEMSÎLKIRIN AN ŞERT Û MERCÊN DIN ÊN KU DIBE KU JI BO DABÎNKIRINA XIZMETÊN ME Û MALPERA ME TÊNE SEPANDIN, ÎSTÎSNA DIKIN. DI ÇARÇOVEYA KU JI ALIYÊ QANÛNÊ VE PÊKAN E, HÛN Ê ME Û RÊVEBERÊN ME, LÊPIRS, KARMED Û BEŞDARÊN ME JI BO HER PÊVAJOYÊN QANÛNÎ YÊN ALIYÊ SÊYEMÎN (DI NAV DE TEVGERÊN JI ALIYÊ DEZGEHÊN HUKÛMETÊ VE) ÊN KU JI BIKARANÎNA WE YA NEQANÛNÎ YA XIZMETÊN ME AN BINPÊKIRINA VAN ŞERT Û MERCAN DERDIKEVIN AN PÊ VE GIRÊDAYÎ NE, BICEBIRÎNIN.

Qanûna Serdest û Dadgeh. Ne giring e ji kîjan welatî hûn Xizmetên me an Platforma me bi dest bixin, van şert û mercan û her nakokî an îdîayeke ku ji wan an jî mijarê wan derçe dê ji aliyê qanûnên Îngilistan û Walesê ve bêne birêvebirin û şirovekirin, û Dadgehên Îngilistan û Walesê dê xwedî desthilatdariya taybetî bin. 

Miafbûn ji Doza Komî. Hûn razî ne ku hûn dev ji mafê beşdariya wek gilîker wek endamê komê di pêvajoyeke Doza Komî de berdin. Hemû pêvajoyen çareserkirina nakokiyan divê li ser bingeha kesane bêne meşandin, ne jî di kom, yekbûyî an çalakiya nûneriyê de.

Sepandina Şert û mercan. Heke beşek ji van şert û mercan hebe ku hûn an jî em bi qanûnî nikarin bisepînin, wî beşî dê di çarçoveya ku ew neçalak e de bê paşguhkirin, lê her tiştê din dê berdewam bike ku sepandinî be.

Têkiliya bi me re. Ger pirsên we li ser van şert û mercan hene ji kerema xwe bi adresa [email protected] re têkilî dayînin. Ger hûn hewcedarî alîkariyê di derheqê Xizmetên an Platformê de ne, ji kerema xwe bi rêya E-Mail’ê [email protected] bi me re têkilî dayînin, an jî bi rêya fonksiyonên alîkariyê yên li ser Sepanê amade bi me re têkilî dayînin.

Firoşgehên sepanê
Em ê li her derê ku tu lê bî, te li xwe bigirin
Sepana Airalo'yê daxîne ji bo kirrîn û birêvebirin û şarjkirina eSIM'an di dema rêwîtiyê de bi hêsanî.
Sepana iOS daxîne

Bo Rûpela Airalo'yê di Firoşgeha Sepana Appleê tê birêkirin.

Nirxandin
4.7
Sepana Android daxîne

Birêkirin bo rûpela Airalo'yê li Firoşgeha Google Play'ê.

Nirxandin
4.6