Şert û Mercên Bernameya Lêvegerê

Ev belgename şert û mercên ku ji bo hemî hesabên Airalo'yê ku hene an dibe ku di pêşerojê da vebibin, nîşan dide.

Bernameya Lêvegerê vê derfetê dide bikarênerên tomarkirî yên Airalo'yê ku bi lêvegerandina hevalan li Airalo'yê hin krediyan bi dest bixin ku dikarin di kirrînên wan ên din da li Airalo'yê bên sepandin.


1. Têketin/Hêjatî

1.1. Lêvegerder

Ji bo xwedanmercbûna ji bo Bernameya Referralê, bikarêner divê hesabek li Airalo'yê çê kiribe an ji pêş va hebe.

1.2. Hevalê Lêvegerandî

Ji bo xwedanmercbûna ji bo vê reklamê, bikarêner divê nû hatibe Airalo'yê û divê bi bikaranîna Koda Lêvegerê, hesabekê li Airalo'yê çê bike an jî wê di dema peredana di yekem kirrîna xwe da bisepîne.


2. Pêvajoya Lêvegerandinê

2.1. Bikarênerê Airalo'yê divê bi serdana beşa lêvegera hundirê bernameyê koda lêvegerê ya taybetî xwe wergire.

2.2 Bikarênerê Airalo'yê ("Lêvegerder") divê koda lêvegerê ya taybetî xwe digel hevalê xwe ("Hevalê Danasandî") parve bike.

2.3. Hevalê lêvegerandî di dema tomarkirin û tijîkirina yekem kirrîna xwe da divê koda lêvegerê bi kar bîne.

2.4. Piştî hevalê danasandî yekem kirrîna xwe serkeftî pêk anî, danasîner xelatekê werdigire ku di ebşa padaşa wî da dikare were dîtin.


3. Hûrgiliyên Daşikandina Hevalên Danasandî

3.1. Hevalê danasandî divê di dema tomarkirin an peredanê da, Koda Lêvegerê binivîse.

3.2. Ev daşikandin ji bo her kirrîna ji eSIM'ê tê sepandin. Tenê ji bo kirîna yekem derbasdar e.

3.3. Ev reklam nikare li rex her reklameke din were bikaranîn an pêkvekirin.

3.4. Şîrketên ku pêştir Koda Lêvegerê kirrîne û ji vê reklamê sûd wergirtine, li gorî têderxistina Kompaniyê dikare hêjatiya wan were redkirin.


4. Hûrgiliyên Xelata Lêvegerder

4.1. Lêvegerder ji bo her hevalê ku serkeftî hatiye lêvegerandin, krediya xelatê werdigire.

4.2. Dema hevalekî yekem kirrîna xwe pêk anî, Lêvegerder bi rêya danezan û emailê tê haydarkirin. Xelat dê li beşa xelat were nîşandan.

4.3. Lêvegerder dikare krediya wergirtî wek Airmoney di dema safîkirina hesab da bi kar bîne û her eSIM an şarjê bikirre. Lêvegerder dikare çend caran vê reklamê bi kar bîne.

4.4. Ev reklam nikare li rex her reklameke din were bikaranîn an bi daşikandinekê ra were pêkvekirin.

4.5. Krediya xelatê nikare were veguhestin, danûstandin an wek pere were wergirtin. 

4.6. Dikare bi rêya Sepana Airalo'yê an jî Malpera www.airalo.com were bikaranîn.

4.7. Derbasdarî/Heyam: Bêsînor.


5. Betalkirin/Jinûva-Peredan

5.1. Airalo vî mafî ji bo xwe diparêze ku her siparîşekê betal bike an biguherîne an jî bikaranîna vê reklamê ji ber her yek ji hegerên xwarê betal bike:

5.2. Çalakiya kirrîna gumanbar an sexte.

5.3. Neçêbikaranîna reklaman, ji wan bikaranîna çend hesaban an safîkirinên zehf ên têkildarî mişteriyek an komeke mişterîyan.

5.4. Daşikandina bikarhatî di niyeta xerab da (ji wan eSIM'ên firotî an bikaranîna daşikandinê ji aliyê mişteriyên ku berheman ji bo firotina dubare dikirrin).


6. Şert û Merc û Rêzikên Standard

6.1. Bi derbasbûna bo nav vê kampanyayê tu dipejirînî û qebûl dikî ku pêbendî van Şert û Mercan bî û erê dikî ku te ev Şert û Merc xwendine û tu tê gihîştiye.

6.2. Promoter vî mafî ji xwe ra parastî dizane ku van şert û mercan biguherîne an her cûre reklamê di her demekê da û bêyî haydarkirina ji pêş va ser xêra şîrketê betal bike.

6.3. Ti beşdarekî mafê xwe yê îtiraza li biryarên reklamker û danasîner derbarê her aliyekî kampanyayê an şiroveya şert û mercan an jî diyarkirina hêjatî û têketinan tineye. Biryara Promoter ya dawiyê ye û ti nivîsandinek tê neyê derbaskirin.

6.4. Eger derbarê pênaseya beşdar nakokiyek hebe, Promoter bi nêrîna xwe vî mafî ji xwe ra parastî dizane ku pênaseya beşdar diyar bike.

6.5. Her cûre lêçûna têkildarî destragihîştina bo malpera reklamê ser ustiyê beşdar e û girêdayî bi raberkera xizmetên înternetî yên bikarhatî ye. Promoter dê ti berpirsyariyek derheq lêçûnên hatî di rewşa pêwîst da tinebe. Di rewşa pêwîst da, ti pereyek wek lêçûna derbasbûnê dê pêk neyê.