Tu bi xêr hatî bo bernameya lêvegera Airalo'yê! Armanca me ev e ku pêkvegirêdana cîhanî bi rêya eSIM'an bînin cîhanê.
Dema ku tu hevalên xwe vedixwînî sepanê, em dixwazin piştrast bibin ku tu tiştekî werdigirî û hevalê te jî tiştekî werdigire!
Ev Birin-Birin'ek e!
Dema ku hevalê te bi bikaranîna koda te ya taybet li Airalo'yê xwe tomar dike, tu yê 3 Dolaran (USD) li Airmoney û hevalê te 3 Dolaran li Airmoney'ê werdigire.
Airmoney pereyekî nav-sepana Airaklo'yê ye û dikare ji bo eSIM, şarjkirin an kirrîna te ya din were bikaranîn.
Ji kerema xwe piştrast be ku sepan (app) birojkirî ye.
Di profîla xwe da biçe bo beşa "Refer & Earn" û koda lêvegerê ya taybetî xwe wergire (Mînak: MARK801).
Airalo'yê ji hevalên xwe ra bide nasandin û cadûya teknolojiya eSIM'ê digel wan parve bike. Koda xwe ya lêvegerê bi rêya torên civakî, email an peyama rasterast parve bike.
Dema ku ew koda lêvegera te dema tomarkirin an dema safîkirina hesabê bi kar bînin, tu yê 3 dolaran ji yekemîn kirrîna eSIM'a xwe wergirî.
Dema ku wan koda lêvegerê ya te sepandin û yekemîn kirrîna xwe bi cih anîn, 3 dolar krediya Airmoney'ê wergire. Derdem ku te xelata xwe ya ji bo lêvegereke serkeftî wergirt, tu yê danezanekê wergirî. Her wiha tu dikarî hemî padaşên lêvegera xwe di Beşa "Refer & Earn" da seh bikî.
Krediya xwe ya bidestxistî ji kirrîna her eSIM'ekê an şarjê bi kar bîne. Şêwaza dayîna Airmoney'ê di dema peredanê da bibijêre.